Kongreya Star: Em ê li dijî kiryarên dewleta Tirk bisekinin

Kongreya Star a Efrînê li Kampa Serdem ya Şehbayê li dijî kiryarên dewleta Tirk daxuyanî da û bang li hemû sazî û rêxistinên mirovan kir ku bi duristî nêzî gel bibin.

Kongreya Star a Efrîn têkildarî kiryarên dewleta Tirk ên li Efrînê û tundbûyîna wan li hemberî wê kiryarê li kampa Serdem a Şehbayê daxuyanî da çapemaniyê.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê endamê Kongra Star a Efrînê, Orîvan Memo hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin;

“Roj li pey roj dewleta Tirk bi pêşengtiya Erdogan ji bo bigihêje armanca xwe dixwaze xewn û xeyala xwe ya Osmanî bi awayekî berçav bi cih bîne. Efrîn dagir kirin û gel dan kuştin cih û war jî talan kirin. Bi dagirkirina Efrînê re faşîzm û hovîtiya xwe gihand asta herî jor.

Ji bo dijmin bigihêje armanca xwe kiryarên herî xirab dikin, bi propagandeyan jî zêde dikin û rojane metirsiyên di nava gel de belav dikin. Bi wêrankirina Efrînê re, hewl didin Efrînê bikin parçeyekî Tirkiyeyê. Em diyar dikin ku Efrîn parçeyekî Sûriyeyê ye û em vê parçebûnê qebûl nakin. Em bêdengiya dewleta Sûriyeyê jî qebûl nakin.

Di heman demê de îro li Şehbayê gel têdikoşe û şervanên azadiyê di çeperên şer de bi xwîna xwe lehengiyê dinivîsin.

Em bang li dewletên navneteweyî û Sûriyeyê dikin ku bila peywira xwe ya di warê mirovayetî û exlaqî de pêk bînin û li hemberî dewleta Tirk helwesta xwe diyar bikin û dawî li dagirkeriyê bînin.”