Kongreya Îslama Demokratîk serdana berxwedêrên Girkê Legê kir

Şandeyek ji Kongreya Îslama Demokratîk a Meclisa Bajarê Girkê Legê serdana parêzvanên taxan kir.

Şandeyek ji Kongreya Îslama Demokratîk a Meclisa Bajarê Girkê Legê bi serokatiya serokê Meclias Olî ya bajêr şêx Wail El Dêrişuwî û hejmarek îmaman serdana nobedarên parastina bajêr dikin, kir.

Ev serdan di çarçoveya piştevaniya gel, pêşxistina ruhê hevgirtina civakî û şopandina kedên ji bo parastina aramî û ewlehiyê tên dayîn de pêk hat.

Şandeyê rola şêniyan û hişmendiya a civakî silav kir û got ev kar ruhê berpirsiyariya civakî û vîna xurt a parastina aştiya navxweyî nîşan dide.

Şêniyên Girkê Legê û Rimêlanê diyar kir ku ev ê nobedariyên xwe yên şevê bidomînin û li ser ewlehiya bajarê xwe baldar bin.