BI DÎMEN

Komiteya Tenduristiyê ya Derikê tevlî seferberiyê bû

Li navçeya Dêrikê, Komiteya Tenduristiyê ku ji jin û ciwanan pêk tê, bi daxuyaniyekî tevlîbûna xwe ya ji bo seferberiyê ragihandin.

Di daxuyaniya li ser navê Komîteya Tenduristê ya Dêrikê de hate diyarkirin ku hemşîre û kedkarên tenduristiyê amade ne ku di parastina gel de cih bigirin û wiha hate gotin: „Em di şexsê Ziyad û Şehîd Denîz de amade ne ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe gelê xwe biparêzin.“

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew ê li dijî êrîşên çeteyan ên li ser gel têbikoşin û komên ku wan êrîşan dikin têk bibin.

Daxuyaniya Komiteya Tenduristiyê bi dirûşmên, “Biji Berxwedana Rojava, Biji Berxwedana şoreşa Rojava, Biji Berxwedana Serok Apo” bi dawî bû.