Kobanê bi hemû saziyên xwe re li ber xwe dide

Tevgerên olî, partiyên siyasî û saziyên çand û hunerê yên Kobanê tevlî seferberiya giştî bûn.

Komîteya Ol û Baweriyan a bajarê Kobanê, Meclisa Partiya Yeketiya Demokratîk a Kantona Firatê û Tevgera Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê li 3 cihan daxuyaniyek hevbeş dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin:’’Em ji hêza xwe bawer in ku em ê bi ser bikivin. Ji ber ku gelê xwedî hêzeke xurt e û hêza xwe ji berxwedana Kobanê ya 2014`an digirin. Em ê heta nefesa xwe ya dawiyê li pişta şervanên xwe bin û wê Kobanê ji çeteyên hikumeta demkî û çeteyên dewleta Tirk re bibe gotistan.’’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew tev li seferberiyê bûne, li ber xwe bidin û piştgiriya şervanên xwe bikin.