Ji Kampa Domîzê banga seferberiyê hat kirin
Koçberên Rojava yên li kampa Domîz ê Dihokê dimînin, ji bo piştgiriya Rojava banga seferberiyê li gelê Başûrê Kurdistanê kir.
Koçberên Rojava yên li kampa Domîz ê Dihokê dimînin, ji bo piştgiriya Rojava banga seferberiyê li gelê Başûrê Kurdistanê kir.
Koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li Kampa Domîz ya Dihokê dijîn, ji bo piştevaniya bi Rojavayê Kurdistanê re banga seferberiya giştî li Başûrê Kurdistanê kirin.
Di çarçoveya çalakiyên seferberî û tevlîbûna berxwedana Rojavayê Kurdistanê koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li Kampa Domîz ya Dihokê dijîn li nava kolanên domîz, Sêmêlê û bajarokê Domîzê geriyan û banga seferberiyê kirin.
Xelkê Başûrê Kurdistanê ji duh şev ve li ser piyane û berê xwe dane Rojavayê Kurdistanê.