Gundên Kobanê bi SÎHA'yê hatin bombekirin

Gundên Koşkar û Metîn ên Kobanê bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî yên dewleta Tirk hatin bombekirin.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bombebarkirî (SÎHA) gundekî Kobanê bombe kir.

Bombe li gundê Koşkar ê li rojhilatê Kobanê hate barandin.

Gundê Metîn û qadek di navbera gundên Girik û Şeşê jî hatin bombekirin.

Têkildarî encama êrişê agahî bi dest neketin.