'Gelê Efrînê baş dizane ku di demê zehmet de rabe ser piyan'

Hevseroka Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê Hêvî Mistefa ji ANF'ê re axivî.

Mistefa, ku di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû, ji navçeya Mabeta ya Efrînê ye û piraniya emrê wê li Helebê derbas bû. Hêvî Mistefa ku mamosteya biyolojiyê ye, ji destpêka Şoreşa Rojava û vir ve cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de digire.

Mistefa piştî vegotina taybetmendiyên Kantona Efrînê bal kişand qutbûna wê ji kantonên din û got, "Kantona Efrînê li aliyê herî talde yê Şoreşa Rojava ye. Piştî ku dijmin jî kete navberê qutbûn çêbû, lê tevî vê yekê koordînasyonek ji neh kesî her tim bi hev re bûn. Di nava şoreşê de taybetmendiyên xweser ên kantonan her tim li pêş bû. Efrîn li gorî kantonên din hê bêhtir di nava dorpêçiyê de ma. Sînorê Tirkiyeyê hê di qonaxa şoreşê de ji aliyê dewleta Tirk ve hate girtin. Li aliyên rojhilat û başûr jî serweriya çeteyan hebû. Hê ji destpêkê ve armanca şoreşê jiyana bi hev re û biratiyê ya gelên li hundir û cîran bû. Me ev yek ragihand. Lê belê cîranên me bi taybetî dewleta Tirk hê ji destpêkê ve dijminatî li şoreşê kir.

VÎNA GEL Û ERDÊ BERHEMDAR Ê EFRÎNÊ AMBARGO ŞIKAND

Hêzên li derdorê di wê baweriyê de bûn, bi vê dorpêçiyê re dikarin bi hêsanî Efrînê bifetisînin. Ji ber vê yekê, ketin û derketina Efrînê bi tundî xistin bin kontrola xwe û ji aliyê aborî ve xwestin bifetisînin. Ambargo hê jî dewam dike. Çete bi buhayekî gelekî zêde gumrukê ji eşyayên diçin Efrînê digirin. Vîna gel a xwedîderketina li şoreşê û erdê berhemdar ê Efrînê ev ambargo şikand. Di dema rejîma Baasê de ti razemeniya aboriyê li Efrînê nehate kirin. Hêza kar a Efrînê timî koçî Helebê dikir. Razemeniyên Efrîniyan jî li Helebê bûn, lê ev çar sal in gelê Efrînê hê bêhtir giranî daye ser hilberînê. Bi sîstema kooperatîfê, hilberînerî zêde bûye."

RÊ Û RÊBAZÊN RÊVEBIRINÊ

Têkildarî rêveberiya kantonê Hêvî Mistefa got, "Em karên xwe bi rêya 15 desteyan dikin. Navend Efrîn e. Her deste ji komîteyên li navçeyên Efrînê pêk tên. Ev komîte jî bêyî tehde li gel bibe, pirsgirêkan li cih çareser dikin. Karên şaredariyê jî me hem xurt kir, hem jî zêde kir. Di dema rejîmê de, di serî de navenda Efrînê li herêmê 7 şaredariyan xizmet didan. Me ev hejmar niha kiriye 33 şaredarî."

GELÊ EFRÎNÊ BAŞ ZANE RABE SER PIYAN Û LI BER XWE BIDE

Hevseroka Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê Hêvî Mistefa destnîşan kir, ku taybetmendiya herî girîng a gelê Efrînê, dilsoziya wê bi çanda xwe ye û welatparêzî ye. Hêvî Mistefa got, "Hewl dan gelê Efrînê bikin hewcedarê xwe û ber bi herêmên xwe ve bikişînin. Lê vê polîtîkayê tenê bandor li ser nifşê beriya şoreşê kir. Dema ku li Helebê şer derket, beşeke girîng a gel vegeriya. Ev veger di heman demê de vegera li cewhera xwe bû. Ji bo gelê Efrînê dibêjin, 'kêfî ye, hez ji jiyana rehet dike'. Lê belê gelê Efrînê baş dizane ku di nava şert û mercên zehmet de rabe ser piyan û li ber xwe bide."

CIH Û ROLA JINÊ YA DI NAVA ŞOREŞÊ DE

Di dewama axaftina xwe de Hêvî Mistefa anî ziman ku şoreşa Rojava şoreşa zîhniyetê ye û wiha dewam kir: "Zîhniyeta netewe dewletê beşên civakî parçe kir û tepisand. Herî zêde jin tine kir. Jin di nava çar dîwaran de asê kir. Ciwan ji xwebûnê derxist û li gorî armanca xwe bi rê ve bir. Kir ku tenê li cil û bergên xwe bifikirin. Têkiliya ciwanan a bi malbatê re qels kir. Lê belê bi Şoreşa Rojava re jin li xwe vegeriya. Di destpêkê de bê teredût cihê xwe li eniya leşkerî girt. Bi vê jî nema, di nava qada civakî de xwe bi rêxistin kir û bû hêzek. Jin li her qadê bûn xwedî mafên wekhev. Qanûnên ku mafên jinan ewle dikin hatin derxistin. Zewaca bi pir jinan re hate qedexekirin. Mafên mîrateyê bi rengekî wekhev bû qanûn. Li qada perwerdeyê, jinê nod ji sedî cihê xwe girtin. Jinan bi vîna xwe cihê xwe di nava hêzên xweparastinê de girtin û xwe diparêzin. Jinan herî zêde li qada aboriyê cih girtin. Di qada çand û hunerê de jî yên herî çalak jin in."

XEWN Û XEYALÊN DEWLETA TIRK Û ERDOGAN WÊ BI ERDÊ RE BIBIN YEK

Têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker de Hêvî Mistefa got, "Dewleta Tirk xwest bi destê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Efrînê bike. Dema şerê navxweyî li Sûriyeyê dest pê kir, hêza ku herî zêde dixwest tevlî bibe dewleta Tirk bû. Xwest vê yekê bi destê çeteyan bike. Bi hêzên mûxalîf ên li dijî rejîmê xwest serweriya xwe bike. Piştre hewl da vê yekê bi çeteyên tund bike. Armanca herî mezin jî astengkirina Şoreşa Rojava û pêşîgirtina li mafên Kurdan bû. Dewleta Tirk û rejîma Erdogan di dijminatiya li Kurdan de sînoran nas nakin. Bi destpêkirina şerê navxweyî re dewleta Tirk jî dest bi dîtina xewn û xeyalên Osmanî kir. Ji bo gelê Kurd nebe xwedî maf, dest bi bazarê kir. Ji bo vê çeteyên xwe jî firot. Çeteyên xwe ji Helebê vekişand û di bin navê 'Mertala Firatê' de ew bi kar anî û ji Cerablûsê heta Babê dagir kir. Armanca herî mezin ji vê yekê fetisandina Şoreşa Rojava û înkarkirina gelê Kurd bû. Ji ber vê yekê, ya ku çeteyan nekarî bike, bi bikaranîna navê wan hewl dide bi leşkerên xwe bike. Hewl dide Kantona Efrînê dagir bike. Ji bo vê hem dikeve nava hewldanan hem jî gefan dixwe. Çend caran hewl da dagir bike, dema nebû her roj dest bi topbarana hin gundên Efrînê û herêma Şehbayê kir. Xewn û xeyalên dewleta Tirk û Erdogan wê bi erdê re bibin yek."