'Em ê vê rizgariyê diyarî jinan bikin'

"Beriya her tiştî ez dixwazim bibînim ku Reqa azad bûye. Piştî rizgarkirinê ez dixwazim li Reqayê bimînim û ji bo jinan bixebitim. Divê feraseta DAIŞ'ê heta hetayê ji vê axê were paqijkirin."

Li eniya Reqayê heta niha 7 hezar şervanên YPG û YPJ'ê di bin banê QSD'ê de şer dikin. Hemû jî dixwazin li eniyên pêş şer bikin. Ji bo ku guleyekê bera DAIŞ'ê bidin li ber fermandarên xwe digerin.

Hinek jê li eniyên pêş di komên êrîşê de ne, hinek jê jî li eniyên paş çend rojan beşdarî komên êrîşê dibin û li dijî DAIŞ'ê şer dikin.

Reqa bajarekî şer e. Di şerên bajaran de şer ne bi tenê di kozikan de ye, bi sedan kar hene ku divê werin kirin. Lojîstîk, alîkariya lezgîn, raguhestin, pêwendî, koordînasyon, organîzasyona êrîşan, amadekirina bombeyan û gelek peywirên din.

KENÊ WÊ ENERJIYÊ DIDE MIROV

Heval Şînda jî di nava rojê de çi kar ji destê wê were, bi cih tîne. Ji westandinê carinan awirên xwe tûj bike jî, kenê wê şadiyê dide derdorê.

Li tabûrê  hurmeteke mezin didinê… Nahelê kes qedehekê bişo.  Her şev di komên êrîşê de di eniyên pêş de şer dike. Şervana herî bêdeng û sakîn û di heman demê de ya herî zêde beşdariyê dike…

Li tabûra xwe ji aliyekî ve xwarinê amade dike û ji aliyê din ve jî fîtîlên bombeyan amade dike. Bi destê xwe yê biçûk guleyan li şirîda BKC'yê rêz dike.

Ev bûye 32 roj ku hatiye. Ez çûbûm tabûra YPJ'ê. Min ê wêneyên şervanên YPJ'ê bigirta. Amadekariyeke mezin kirine, çekên wan dibiriqîn. Alayên YPJ'ê li ber deriyê tabûrê li ba dibûn.

DI NAVA ROJÊ DE HER SAET DIXEBITE

Min wêneyê hemû şervanan girtibû. Min heval Şînda jî wê rojê dîtibû. 24 saetên rojê her carê karek dikir û vî tiştî bala min kişandibû. Ligel ku me di warê ziman de ji hev fêm nedikir, ez li kozikan digerandim, ji min re qala eniyên paş dikir, bi dest û milan min jî bersiva wê dida. Te dît dibêjin ne ziman lê tevger rast dibêjin. 32 roj in ez û heval Şînda em tiştên rast ji hev re dibêjin.

EZ LI BENDA FIRSENDEKÊ ME

Herî dawîn li biryargeha YJŞ'ê em rastî hev hatin. Wê rojê ez ê biçûma serdana komeke ku tê de şervanên Ereb, Kurd, Kanadayî, Êzidî û Tirk hene. Eniya Reqayê ji gelek ziman û gelek neteweyan pêk tê. Wê rojê heval Şînda jî li wir bû. Piştî ku ji me re xwarin amade kir, hat gel me. 3 hefteyên dawîn ligel ku min dixwest roportajekê bi heval Şînda bikim, 10 deqîqeyên wê yên vala tune bûn. Ji ber ku karê wê zêde bû, carinan min bi xwe alîkarî dida wê. Dûre me wergêrek dît ji bo ku ez karibim roportajê bi wê re bikim.

ROPORTAJA LI BIN DENGÊ ŞER 

Di bin dengên şer de em dest bi roportaja xwe dikin. Di sala 2013'an de beşdarî têkoşînê bûye. Di beşdariya wê de bandora xalê wê yê şehîd heye. Tu carî ew nedîtiye lê her carê xwestiye bide ser şopa rêya wî. 

Di pêngava Şehîd Rûbar û Xezeba Firatê de jî cih girtiye. Dibêje min tecrûbeya xwe ya şer ji pêngava Reqayê stendiye. Ji ber ku di şerê bajaran de divê mirov bêtir li hemberî sûîkastan amade be.

'EZ KÊFÊ JI TÊKOŞÎNÊ DISTÎNIM'

Ji xeynî parastin û koordîneyê di çalakiyên sabotaj, sûîkast û lojîstîkê de jî cih girtiye.

Heval Şînda dibêje ku "Gelekî girîng e ku jin di yekîneyên antîterorê de jî cih digirin. Her jin bi taktîk û çalakiyan beşdar dibin. Ez ji vê pêvajoya kedê serbilind im, ez ji vê têkoşînê kêfeke mezin distînim."

'MIN NIKARIBÛ EZ RÊHEVALA XWE BIBIM KOZIKÊ'

Ez dixwazim qala bîranîneke xwe bike, wê demê îskeîsk pê digire. Piştî ku dibîne çavên min jî tijî dibin, ew hêsirên xwe paqij dike û dibêje "Ez û hevaleke xwe em li ser doçkayê bûn. Li hemberî êrîşekê me cihê xwe amade dikir. Beriya pêngavê bi rojekê hevala min şehîd ket. Ev tişt li zora min çû; her kes çûn ser kozikên xwe, lê min nekarî ez rêhevala xwe bibim kozikê."

'PIŞTÎ RIZGARIYÊ EZ Ê JI BO JINAN BIXEBITIM'

Li ser pirsa min a ku "Piştî azadbûna Reqayê tu dixwazî çi bikî" jî wê got, "Ez berê dixwazim bibînim ku Reqa azad bûye. Piştî peywirên rêxistinê yên ku wê bide min, ez dixwazim li Reqayê bimînim û ji bo jinan bixebitim. Gelê vê derê ji me hez dike. Li vî bajarî jî Ereb û Kurd bi hev re dijîn, ya girîng ev e ku gel bi hev re bijîn. Divê feraseta DAIŞ'ê ji vê axê paqij bibe."

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka