Di êrîşa duh a li dijî Sirînê de 3 endamên Asayîşê şehîd bûn
Duh derengiya şevê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker êrişî nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Firatê de kir, di encamê de 3 endam şehîd bûn û hin jî birîndar bûn.
Duh derengiya şevê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker êrişî nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Firatê de kir, di encamê de 3 endam şehîd bûn û hin jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ên kantona Firatê daxuyand ku balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker nuqteyeke li herêma Sirînê ya Kobanê bombebaran kir, di encamê de 3 endam şehîd bûn û hin jî birîndar bûn.
Di daxuyuaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Çeteyên hikumeta demkî ya Şamê û komên wê yên îslamî yên radîkal êrişên dijwar li dijî herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet li dijî bajarên Hesekê û Kobanê pêk tînin. Ev êriş ewlehiya sivîl û leşkeran dixe xeteriyê.
Şeva berê (duşem 19 Çileyê) balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker êrişî nuqteyek hêzên me yên li herêma Sirînê ya bajarê Kobanê kir. Di encama êrişê de 3 endamên me şehîd bûn û hin jî birîndar bûn."