Dewleta Tirk penaberek bi zorê şand Efrînê, piştre revand

Dewleta Tirk kesek bi zorê ji Tirkiyeyê şand navçeya Bilbilê ya Efrîn a dagirkirî, piştre jî ew revand.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku hêza paramîlîter a dewleta Tirk a dagirker 'Polîsên Leşkerî' di 4'ê Sibatê de ji gundê Qizilbaşa yê navçeya Bilbilê ya Efrîn a dagirkirî Elî Ebdurehman Mihemed Alî (43) revand.

Dewleta Tirk di sala 2023'an de di çarçoveya polîtîkaya dersînorkirina penaberên Sûriyeyî de Mihemed Alî bi zorê ji Tirkiyeyê şandibû Efrînê.