BI DÎMEN

Dewleta Tirk li Dêrikê komkujî kir

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser stasyona gazê ya Siwêdiyê de 8 karkerên stasyonê şehîd bûn.

Dewleta Tirk a dagirker bi dema herêmî saet di 02.30’an stasyona gazê ya Siwêdiyê ya li gundewarê Dêrikê bi balafira şer bi dehan caran bombebaran kiribû.

Di encama bomberanê de 3 karker li cihê bûyerê şehîd bûn û bi dehan karker jî birîndar bûn.

Ji karkerên ku birîna wan giran bû 5 karkerên din şehîd ketin. Bi vî rengî di êrişa dewleta Tirk a li ser stasyona gazê ya Siwêdiyê de 8 karkeran jiyana xwe ji dest dan.