Dewleta Tirk êrîşî Şehbayê kir: 2 leşkerên Şamê mirin

Dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser gundekî li herêma Şehbayê. Di bombekirina nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê de 2 leşker mirin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bombe li nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Til Medîq ê Şehbayê barand.

Di encama êrîşê de 2 leşkerên Şamê hatin kuştin.

Di nava 24 saetên dawî de li Kantona Efrîn-Şehbayê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de 3 leşkerên hikumeta Şamê û şêniyekî herêmê jiyana xwe ji dest dan.