Dewleta Tirk bombe li Şehbayê barand: 2 kes birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran bombe li gundê Şêx Îsa barand. Di êrîşê de 2 kes birîndar bûn.

Duh dewleta Tirk a dagirker gundê Şêx Îsa yê herêma Şehbayê bi çekên giran topbaran kiribû. Hate zanîn di encama wê topbaranê de 2 şênî birîndar bûne.

Şêniyê bi navê Mihemed Talib Himêdan (40) ji zik û ranê xwe yê rastê birîndar bûye û kurê wî Talib Mihemed Himêdan (17) jî ji aliyê çepê yê zikê xwe birîndar bûye.

Her du birîndar li Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê têne dermankirin û rewşa wan giran e.