Derdora Qereqozaqê bi çekên giran tê topbarankirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî bi çekên giran derdora pira Qereqozaqê ya başûrê Kobanê topbaran dike.

Hate ragihandin ku di van kêliyan de artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî bi çekên giran derdora pira Qereqozaqê nêzîkî kargeha qîrê ku dikeve başûrê bajarê Kobanê yê kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran dikin.