Destûra Bingehîn a Sûriyeya Demokratîk tê amadekirin
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed got, ew ê karê xwe yê ji bo amadekirina Destûra Bingehîn a Sûriyeya Demokratîk zêde bikin.
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed got, ew ê karê xwe yê ji bo amadekirina Destûra Bingehîn a Sûriyeya Demokratîk zêde bikin.
Îlham Ehmed destnîşan kir, ku hilbijartina komunan tê wateya erêkirina sîstema ku ew hewl didin bi cih bînin û diyar kir, ku wê hewl bidin vê yekê li gelemperiya Sûriyeyê belav bikin. Ehmed da zanîn, ku beriya hilbijartinê wan dest bi amadekirina Destûra Bingehîn a Sûriyeya Demokratîk kirine û got, bi hêza ji hilbijartinê wergirtî, ew ê vî karê xwe berfireh bikin.
Îlham Ehmed bal kişand ser girîngiya tevlîbûna li hilbijartina komunan a 22'ê Îlonê, ku 70 ji sedî dengdêr beşdar bûn û bi bîr xist, ku li Sûriyeyê yekemcar gel bi îradeya xwe ya azad ji bo hilbijartina rêveberên xwe çû ser sindoqan.
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed got, "Gelên li Bakurê Sûriyeyê dijîn, projeya ku me pêşkêş kir weke hêviyekê û rêya ber bi çareseriyê ve dît. Di dîroka Sûriyeyê de cara yekemîn hilbijartinên demokratîk hatin kirin. Gel bi xwe her tişt diyar kir; xwest biryarê li ser paşeroja xwe bide."
'ELEQEYA EREBAN ZÊDE BÛ'
Ehmed destnîşan kir, ku xwedîderketina gel ji bo îro û paşerojê xaleke diyarker e û işaret bi eleqeya ji bo hilbijartinan a li herêmên gelê Ereb lê dijîn, kir. Îlham Ehmed diyar kir, ev yek cihê kêfxweşiyê ye, nîşan dide ku biratî û têkiliya navbera gelan bi rengekî bedew tê hûnandin û got, "Rejîmê li vê herêmê gef li gelê Ereb xwaribû, lê tevî vê yekê jî eleqeyeke zêde nîşan da. Êdî ti gef û tirs nikare bi gelan."
'PROJEYA ÇARESERIYÊ YA KESÎ NÎNE'
Ehmed bi bîr xist, ku li Sûriyeyê kaoseke kûr dewam dike û anî ziman, li qadên çekdarî, dîplomatîk û siyasî, projeyeke çareseriya vê krîzê ya ti hêzên şer dikin nîne. Îlham Ehmed diyar kir, ku projeyeke çareseriyê ya rejîmê jî nîne û destnîşan kir, ku hilbijartinê rêya rast a paşerojê nîşanî gelan da.
'KESÎ BI NEYÎNÎ PÊŞWAZÎ NEKIR'
Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed da xuyakirin, ku DYA, Rûsya û hêzên din ên navneteweyî bi rengekî neyînî nêzî hilbijartinan nebûne û got, ev hêzên navborî jî li benda hewldan û encamên bi vî rengî yên ji bo çareseriyê bûn. Ehmed diyar kir, bi rêya hilbijartinê ev peyam hate dyain: "Hilbijartinê peyameke girîng da hêzên statukoparêz. Peyameke cidî da sîstema navendî, da hêzên ku gelan înkar û tine dikin. Peyamek da sîstemêk tekparêz ên ne demokratîk. Hat gotin, 'sîstema bi zorê û tekparêz a ku hûn israr dikin, dema wê derbas bûye'. Gel çû ser sindoqan û got, 'Ew dem derbas bûye ku hûn bi zorê li ser serê me dibûn rêveber'. Gel dixwazin daxwazên xwe bidin qebûlkirin. Hilbijartinan bi rengekî zelal nîşan da ku ti tişt mîna berê nabe."
'HEVREBÛNA JI 7 SALAN BI SER KET'
Îlham Ehmed ragihand, ku eleqeya gelên din ji bo hilbijartinê nîşan dide ku israra jiyana hevpar û wekhev a 7 salan, li ser bingeheke rast hatiye rûniştandin û wiha dewam kir: "Ev 7 sal in her kes bi ziman, çand û nasnameya xwe bi hev re jiyan. Bi hev re têkoşiya, li heman çeperê şer kir, pariyekî xwe bi hev re par ve kir. Tecrûbeya 7 salan nîşan da ku feraseta civaka exlaqî ya li ser bingeha wekhevî, azadî û edaletê, bi ser ketiye. Çand, pêkhateyên etnîkî û bawermendên li Bakurê Sûriyeyê dijîn, ev peyam bi rengekî xurt da rejîmê û hêzên statukoparêz. Gelan destnîşan kirin ku wê bi rêbaza ku bi xwe diyar dike, bi biratî bijîn."
LEZ DAN XEBATÊN XWE YÊN JI BO DESTÛRA BINGEHÎN
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed diyar kir, ku hilbijartinan baweriya wan a bi zexmkirina sîstema ku dixwazin bidin rûniştandin zêde kiriye û got, "Di dema pêş de em ê hewl bidin vê projeyê li herêmên din ên Sûriyeyê jî bixin meriyetê. Gel çûn ser sindoqan û ev proje erê kirin. Em ê xebatên xwe yên ji bo amadekirina Destûra Bingehîn a Sûriyeya Demokratîk, ku me beriya hilbijartinê dan destpêkirin, bi hêza ji hilbijartinê wergirtî zêdetir bikin."