Derwîş: Minbic bi berdêlan azad bû, wê timî azad be
Li Minbicê, ku Erdogan weke xeta sor danîbû pêşiya xwe, di nava saleke rizgarbûnê de Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hem bajar parast, hem jî li Reqayê tevlî şerê mezin ê li dijî DAIŞ'ê bû.
Li Minbicê, ku Erdogan weke xeta sor danîbû pêşiya xwe, di nava saleke rizgarbûnê de Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hem bajar parast, hem jî li Reqayê tevlî şerê mezin ê li dijî DAIŞ'ê bû.
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş, di salvegera 1. a rizgarkirina Minbicê de ji ANF'ê re axivî.
'YÊN XWESTIN MINBICÊ AZAD BIKIN, LI KOBANÊ MAN'
Derwîş bibîr xist, ku Minbic Tîrmeha sala 2012'an ji destê rejîmê derket, kete destê artêşa azad û salekê di jêr kontola artêşa azad de ma.
Derwîş got, "Ji xwe hingî rewşa Minbicê li pêş çavan bû. 88 komên cuda hebûn. Ji aliyê rêveberiyê ve tevlîheviyeke mezin hebû. Ji rejîmê azad bû bû, lê belê bi başî nehatibû birêxistinkirin. Ehrar û Şam, El Nûsra û DAIŞ ên ji vê valahiyê sûd wergirtin, li Minbicê bi cih bûn. Gav bi gav xwe mezin kirin. Vê rewşê heta Çileya 2014'an dewam kir. Roja 22'ê Çileya 2014'an DAIŞ'ê Minbic dagir kir. Hêzên artêşa azad neçar man xwe vekişînin Kobanê. Di nava van hêzan de yên xwestin gelê xwe biparêze, ji bo vê çek rakirin, yên ji biratiya gelan bawer dikirin hemû li Kobanê man. Yên mayî jî derbasî Tirkiyeyê bûn."
Derwîş bibîr xist, ku Şems-i Şîmal a bi rêveberiya Feysel Ebû Leyla û çend hêz li Kobanê man û got, "Dilsozên Minbicê li Kobanê di eniya şer de cih girtin û tevlî şerê Kobanê bûn. Ji xwe hovîtiya di nava 2 sal, 2 sal û nîvan de li Minbicê hate kirin, tê zanîn. DAIŞ'ê gelekî zerar da gelê Minbicê. Zêdeyî 2 hezar mirov li nava kolanên Minbicê, mirovên me li pêş çavên me kuştin. Mirovahî li Minbicê hate kuştin."
Şervan Derwîş anî ziman, hêzên li nava erdê Sûriyeyê man, cihê xwe di nava Odeya Çalakiyê ya Bûrkan El Firat de girtin, ku di destpêka şerê Kobanê ava bû û wiha dewam kir: "Hêzên mîna Tûgayên Şems El Şîmal û Cind El Heremên beşdarî Odeya Çalakiyê ya Bûrkan El Firatê bûn. Di şerê Kobanê de berxwedan hate nîşandan. Piştî şerê Kobanê jî em hêdî hêdî ber bi navenda Tişrînê ve hatin. Cihê xwe di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de girtin ku hingî nû ava bû bû. Di bin sîwana QSD'ê de tevlî pêngava rizgarkirina Tişrînê bûn. 2'ê Nîsana 2016'an Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ava bû û amadekariyên pêngavê dest pê kirin."
'TÊKILIYA XURT A NAVBERA HÊZÊN ME Û GEL BANDORA XWE LI PÊNGAVÊ JÎ KIR'
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş da zanîn, ku ji bo destpêkirina Pêngava Rizgarkirina Minbicê wan amadekariyên girîng kirin û got, "Yê ku ev amadekarî kir, pêşengî kir fermandar Ebû Leyla bû. Pêngavê 1'ê Hezîrana 2016'an dest pê kir û 75 rojan dewam kir. Bi rengekî fermî, roja 15'ê Tebaxê me ragihand ku navenda bajêr hatiye rizgarkirin. Ev pêngav bi piştgiriya hêzên YPG'ê û hêzên koalîsyonê yên navneteweyî pêk hat. Wekî din Asayîşa Rojava û hêzên Xweparastinê jî cihê xwe di nava pêngavê de girtin."
Derwîş destnîşan kir, ku di pêngavê de derket holê ku gelê Minbicê û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gelekî bi hev ve ne û vê yekê bandoreke mezin li pêngavê kir.
'TIRKIYEYÊ EMRÊ DAIŞ'Ê DIRÊJ KIR'
Di dewama axaftina xwe de Derwîş bal kişand ser dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Bakurê Sûriyeyê û diyar kir, vê yekê emrê DAIŞ'ê dirêj kiriye.
Derwîş got, "Eger Tirkiye neketibûya nava axa Sûriyeyê, wê DAIŞ di demeke gelekî kin de ji Babê bihata derxistin. Dagirkeriya Tirkiyeyê bû sedem ku emrê DAIŞ'ê dirêj bibe û rejîm jî bi pêş ve biçe. Weke ku tê zanîn, dewleta Tirk û çeteyên wê hatibûn Babê û li başûrê Babê jî rejîm bi pêş ve çû. Vê yekê jî pratîkbûna projeya çareseriyê û demokrasiyê ya gelan li Bakurê Sûriyeyê dereng xist.
Heta roja îro jî bi gefxwarina li Minbicê re dixwazin pêngava Reqayê sabote bikin. Her wiha bi hin hewldanan dixwazin pêşî li pêşketinan bigirin û derbê li herêmê bixin. Van hewldanên xwe hê didomînin. Her çend li herêmê şerê leşkerî hate meşandin jî, ji aliyê şerê siyasî ve Minbic bû hêmana hevsengiyê."
'HÊZÊN ME BI RUHÊ EBÛ LEYLA XEWN Û XEYALÊN WÎ BI CIH ANÎN'
Berdevk Şervan Derwîş işaret bi kesayetî û têkoşîna Feysel Ebû Leyla kir û got, "Em demeke dirêj bi hev re bûn. Ji bo parastina Minbicê, hê di dema avabûna komên destpêkê de yek ji hevalên ku ewilî çek rakir û bi erka xwe rabû, Ebû Leyla bû. Ji rojên destpêkê heta kêliya şehîdbûnê timî li eniyên pêş ên şer cih girt. Ji bo gelê xwe biparêze li Şêx Meqsûdê, li Eşrefiyê, Cewiye, Til Eran, Til Hasil û Girê Spî şer kir.
Wekî din tevlî berxwedana Kobanê bû û di vê berxwedanê de bû sembol. Li wir birîndar bû. Piştî ku hat dermankirin, li qada şer vegeriya. Di Pêngava Rizgarkirina Minbicê de her li pêş bû. Di destpêka pêngavê de şehîd bû. Şehadeta wî em hemû êşand. Hevrêtiyeke me ya demdirêj pê re hebû. Ji roja destpêkirina pêngava azadkirina Minbicê û vir ve me hemû karên xwe bi dilsoziya bi Feysel Ebû Leyla meşand û dimeşînin."
Derwîş bibîr xist, ku Ebû Leyla timî bi xeyala vegera li Minbicê bû û got, "Di şerê Kobanê de jî em bi hev re bûn. Li wê derê bi heman xeyalî dijiya. Li wir jî bi rengekî serketî şer kir. Li ser rêya Minbicê şehîd bû. Dibe ku ew bi fîzîkî negihîşt Minbicê. Lê belê şervanên wî bi ruh û xeyalên wî gihîştin Minbicê û Minbic azad kirin."
'MINBIC BI BERDÊLÊN MEZIN AZAD BÛ, WÊ TIMÎ AZAD BE'
Şervan Derwîş anî ziman ku siyaseta dewleta Tirk a li dijî Minbicê heta niha hatiye pûçkirin û wiha dewam kir: "Lê belê hê jî gefê li Minbicê dixwin. Erdogan timî îdîa dike ku YPG li Minbicê ye û bi vî rengî Minbicê dike hedef. Lê belê her kes dizane ku piştî rizgarkirina Minbicê YPG'ê parastina bajêr radestî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kir û vegeriya qadên xwe. Dewleta Tirk ji bo Minbicê tevlîhev û dagir bike, propagandayên ne rast kir. Heta niha pêşî li hemû êrîş û planên wê hate girtin. Ji niha û pê ve jî em amade ne ku hemû êrîş û propagandayên çi ji dewleta Tirk çi jî ji cihekî din bê, asteng bikin. Minbic bi dayina berdêlan, bi rijandina xwînê azad bû û wê timî azad be."
'HÊZÊN ME BI MORALEKE MEZIN LI REQAYÊ ŞER DIKIN'
Derwîş bibîr xist, ku Pêngava Rizgarkirina Minbicê bi tevlîbûna şervanên ji Qamişlo, Hesekê, Dêrik, Kobanê, Reqa, Efrîn û hemû herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê dest pê kir û gelek ji van şervanan şehîd bûn.
Derwîş got, "Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, em ê ti carî vê ji bîr nekin. Hemû bajarên Bakurê Sûriyeyê piştgirî dan rizgarkirina Minbicê. Berpirsyariyeke me li pêşberî wan heye. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li ku dibe bila bibe wê bi erka şerê dijî DAIŞ'ê rabe.
Em Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tevlî Pêngava Rizgarkirina Reqayê bûn. Zêdeyî 1000 leşkerên me tevlî pêngavê bûn, hê jî di nav de ne. Em tevlî qonaxên 1., 2. û 3. bûn. Tevlî pêngava rizgarkirina Tebqayê bûn."
Derwîş destnîşan kir ku li rojava û başûrê Reqayê hêzên wan rê li ber gelek pêşketinan vekirin, gelek tax azad kirin û got, hêzên wan heta niha li eniya herî pêş li taxên Reqayê bi moraleke mezin şer dikin.
'ARTÊŞBÛN ARMANCA ME YE'
Di dawiya axaftina xwe de Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş anî ziman, ku di salvegera rizgarkirina bajêr de ew ê hem plansaziya xwe ya nû bi gel re parve bikin, hem jî di xeta xwe de dewam bikin. Derwîş destnîşan kir, ku hewldanên wan ên ji bo artêşbûnê hene.
Derwîş 1. salvegera rizgarkirina Minbicê il şehîdan, malbatên şehîdan û gel pîroz kir û got, "Em ê li ser şopa Şehîd Ebû Leyla, hevalên wî û hemû şehîdan bin."