DAÎŞ'ê êrîş bir ser Hêzên Ewlekariya Hundirîn

Li Kantona Reqayê, çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn. Di encamê de endamekî ewlekariya hundirîn şehîd bû, 2 jî birîndar bûn.

ÊRÎŞÊN DAÎŞ'Ê

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku 4 çeteyên DAÎŞ'ê doh saet di 18:00 de bi motorsîkletê êrîş birin ser benda kontrolê ya Camîa ya li başûrê Reqayê.

Hate ragihandin ku di êrîşê de endamekî hêzên ewlekariya hundirîn şehîd bû, 2 jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniyê di êrîşê de sivîlek jî birîndar bû.