Cenazeyên 6 şervanên azadiyê hatin veşartin
Welatiyên Kantona Girê Spî cenazeyên 6 şervanên QSD`ê yên ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Mehmûd Tehme bi merasîmeke bi heybet ve veşartin.
Welatiyên Kantona Girê Spî cenazeyên 6 şervanên QSD`ê yên ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Mehmûd Tehme bi merasîmeke bi heybet ve veşartin.
Welatiyên Kantona Girê Spî, cenazeyên Yasîn Îbrahîm, Xelef Mehmûd, Mahir Şêx Xelîl, Cuma El-Selfîc, Xelîl Mustefa û Wasil El-Şehab ji bajarê Girê Spî wergirtin û bi karwaneke wesayîtan berê xwe dan Goristana Şehîd Mehmûd Tehme ya li gundê Tehnûza.
Li goristanê merasîmeke bi heybet ji bo her 6 şehîdan hatin lidarxistin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir.Piştre jî Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Girê Spî Wehîd Abdullah axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Hevserokê Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriye Mensûr El-Selûm axivî û got: “Xwîna hemû pêkhateyan li eniyên şer hate rijandin, da ku ji hemû cîhanê re isbat bikin ku dikarin herêmên xwe rizgar bikin û ewlekarî pêk bînin”.
Her wiha Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Zelîxa Ebdî jî axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.
Piştî axaftinan, Endama Kongreya Star Muna Eswed wesîqeta her 6 şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.
Cenazeyên Şehîdan bi dûrişmeyên”Şehîd Namirin” ve hatin veşartin.