Cenazeyên 5 şehîdan li Minbicê hatin veşartin

Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 5 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristan Şehîdan a Minbicê bi merasîmekê veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Beşar Mubarek, Bîlal Meter, Mehmûd Mirî, Ibrahîm Hisên û Mehmûd Şilaş ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, ji Nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana şehîdan a bajêr ve ketin rê. Girseya gel alên YCR′ê û Meclîsa jinê hildan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ qîr kirin.

Di merasîmê de Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Nezîfe Xelo, Endamê Dîwana Meclîsê Ezab Ebûd, Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Rêveber Cemîle Ehmed, Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil û bi dehan Endamên saziyên sivîl û leşkerî, amade bûn.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşerkerî ve destpê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Îbrahîm Xelef axivî, şehîd wekî meşeleyên ronahiyê bi nav kirin û got: ″Şehîd canê xwe fedayî axa welatê xwe dikin. Em soza şopandina rêya şehîdan heta dilopa dawî ya xwînê didin″.

Ji Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Elî Rafa jî axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: ″Em sersaxiyê ji xwe û malbatên têkoşerên ku soza şopandina rêya Ebû Emced û Ebû Leyla bi cih anîn, dixwazin″.

Piştre ji li ser navê Rêveberiya Demokratîk a Minbicê, Endama Dîwana Zagonsaz Ezab Ebûd axivî, serkeftinên li Bakurê Sûriye tê bidestxistin, li malbatên şehîdan pîroz kir û diyar kir ku bi saya fedekariya şehîdan, gelên herêmê ji tarîtiyê rizgar bûn û jiyaneke azad ji wan re hat avakirin.

Di dawiya marasîmê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan bi tîlîliyên dayikan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ ve hatin veşartin.