Cenazeyên 2 şervanên azadiyê li Efrînê hatin veşartin
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên du şehîdên azadiyê Berxwedan û Nûda bi merasîmekê li Goristana Şehîd Refîq veşartin.
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên du şehîdên azadiyê Berxwedan û Nûda bi merasîmekê li Goristana Şehîd Refîq veşartin.
Bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên şervana YPJ′ê Rûxweş Wezîro (Nûda Sîpan) û şervanê YPG′ê Ehmed Silêman (Berxwedan Dicle) ji nNexweşxaneya Avirîn a bajarê Efrînê wergirtin û bi karwanekî bi sedan wesayîtna ber bi gGoristana Şehîd Refîq a dikeve gundê Metîna ve ketin rê.
Li bajêr derabeyên hemû dikanan hatin girtin û gel bi al û nîşaneya serkeftinê herikîn goristanê. Li goristanê bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê Hêzên HAT, Antî Terorê ve merasîmek hate lidarxistin.
Piştre Endamê Rêveberiya Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan Şervan Hesen û Hevserokê Meclîsa TEV-DEM′ê ya navçeya Şêrawa Ehmed Silêman axivîn.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku bi saya fedekariya şehîdan gelên herêmê jiyaneke azad û aştiyane dijîn. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan dan.
Piştre nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan bi tîlîliyên dayikan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ ve hatin veşartin.
Şervanê YPG′ê Berxwedan Dicle di 25′ê Îlonê de ji ber nexweşiyekê şehîd bû. Şervana YPJ′ê Nûda Sîpan jî di 19′ê Îlonê de dema ku li gundê Şêxler bi erka xwe ya leşkerî radibû şehîd bû.