Cenazeyên 2 şehîdan li Kobanê hatin veşartin
Gelê Kobanê cenazeyên 2 şehîdên xwe spart axê. Di merasîmê de nasnameya şehîdekî jî hate eşkerekirin.
Gelê Kobanê cenazeyên 2 şehîdên xwe spart axê. Di merasîmê de nasnameya şehîdekî jî hate eşkerekirin.
Ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê şehîd Ebdullah Mihemed (Sadiq Kobanê), Mihemed Seîd (Mihemed Lihênê) û Hecî Resûl (Hecî Kobanê) li goristana Şehîd Dîcle merasîmek hate lidarxistin.
Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê ya Herêma Federal a Firatê beşdarî merasîmê bûn, ku Serokê Desteya Xweparastinê Îsmet Şêx Ehmed û Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk a Kantonê Ehmed Şêxo jî di nav de bûn.
Di merasîmê de alên YPG, YPJ, QSD, wêneyên şehîdan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Paşê Endamê Fermandariya Giştî ya YPG'ê û YPJ'ê Yaşer Kobanê axivî û wiha: "Şerê ku îro li Reqayê diqewime, dîrokê dinivîsîne. Asta ku Rojava xwe gihandiyê, bi saya xwîna şehîdan e. Eger ne ji van şehîdan bûna, em îro ne li ser vê axê bûn."
Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Osman Hec Elî jî diyar kir ku heta 15'ê Tebaxê roja teqîna fîşeka yekemîn a azadiyê wê Reqa bi nêvî bê rêzgarkirin.
Nasnameyên cangoriyan ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatên cangariyan hate kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîd Hecî Kobanê û Mihemed Lihênê hatin veşartin, nasnameya şehîd Ebdullah Mihemed (Sadiq Kobanê) jî hate eşkerekirin.