Cenazeyê şervanên QSD’ê Ehmed û Ramî li Hesekê hatin veşartin

Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanên QSD’ê Ehmed El-Salih û Ramî El-Menfî bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê veşartin.

Bi sedan welatiyên Hesekê cenazeyê şervanên QSD’ê Ehmed El-Salih û Ramî El-Menfî ku di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî sedan wesayîtan bi ber Goristana Şehîd Dijwar ve bi rê ketin.

Li goristanê cenazeyê şervanên QSD’ê ji aliyê sedan kesî ve bi dirûşme û tilîliyan hate pêşwazîkirin. Piştre ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û şervanan merasîmeke leşkerî lidarxist.

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mİhemed Dawê û li ser navê Kongreya Star HElîm Ehmed axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Fermandarê QSD’ê Hecî Ebû Salih jî axivî sersaxî xwest û soza şopandina xeta şehîdan da  heta pêkanîna armancên wan.

Nasnameyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatan hate kirin. Girseya gel cenazeyê herdu şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.