Cenazeyê şervanê YPG'ê Can Amûdê hate veşartin

Şêniyên Amûdê, cenazeyê cangoriyê xwe Can Amûdê, ku roja 7'ê Tebaxê di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bû, spart axê.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Kawa Hecî Mistefa (Can Amûdê), ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de roja 7'ê Tebaxê şehîd bû, li Goristana Şehîd Îsmaîl Hogir a li Amûdê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Li dû merasîma leşkerî û deqeyeke rêzgirtinê, Hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo Îdan Ebo Ehmed axivî û behsa rola şehîdan a di rizgarkirina welatiyan ji zilm û zordariya çeteyan kir. Ehmed got, ew ê her tim li ser şopa şehîdan bin.

Ji Fermandarên YPG'ê Ciwan Qamişlo jî bal kişand ser rola şervanan a di rizgarkirina herêmê de û got, şervanên YPGʹê wê tevahiya herêmê ji çeteyan rizgar bikin.