Cenazeyê endamê Asayîşê yê li Reqayê şehîd bû hate veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Mûsa El-Ehmed, ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de roja 7'ê Tebaxê şehîd bû, bi merasîmekê hate veşartin.
Cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Mûsa El-Ehmed, ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de roja 7'ê Tebaxê şehîd bû, bi merasîmekê hate veşartin.
Ji bajarên Serêkaniyê, Dirbêsiyê û gundewarên wê bi sedan welatî tevlî merasîmê bûn.
Piştî ku cenazeyê El-Ehmed ji nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê hat wergirtin, bi kawanekî ji wesayitan ber bi goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê bi 10 kîlometreyan li rojavayê Dirbêsiyê hate birin.
Piştî ku girseya gel gihîşt goristanê, merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê Ebdulrezaq Ehmed axivî û sersaxiya malbatên şehîdan kir.
Endamê Rêveberiya Hêzên Asayîşê Hesen Mihemed jî got, şehîd rêberê vîna gel in. Her wiha anî ziman ku ew ê ti carî ji ser rêya şehîdan dernekevin ku bi xwîna xwe axa xwe rizgar kirine.
Bi navê malbata şehîd Mûsa El-Ehmed axaftin hate kirin û soz hate dayin ku wê li ser şopa şehîdan bin.
Cenazeyê şehîd li ber tilîlî û dirûşma "Şehîd namirin" hate veşartin.