Fermandara YPJ'ê girîngiya Pêngava Bagera Cizîrê nirxand

Ji fermandarên Pêngava Bagera Cizîrê Rojda Kobanê diyar kir, ku piraniya beşdarên pêngava Dêra Zorê şervanên Ereb in û got, "Eger bi vî rengî dewam bike, em ê di nava du rojan de xwe bigihînin ber çemê Firatê."

Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rojda Kobanê, girîngiya destpêkirina pêngava Bagera Cizîrê ya Dêra Zorê nirxand. Dîmen ji aliyê Navenda Ragihandinê ya YPG'ê ve hate weşandin.

Kobanê got, "Weke ku tê zanîn em niha di pêngava Dêra Zorê de ne. Pêngav bi rengekî serketî dewam dike û heta niha bi 20 kîlometreyan erd hatiye rizgarkirin. Heta niha rewşeke neyînî derneketiye pêşiya şervanên me. Heval pir baş bi pêş ve diçin."

Kobanê anî ziman, ku piraniya şervanên beşdarî pêngavê bûne şervanên Ereb ên ji Dêra Zorê ne û got, "Piştî ku Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê bi rêya çapemeniyê destpêkirina pêngavê ragihand, gelek şervanên Ereb tevlî pêngavê bûn."

Ji bo pirsa "Çima Dêra Zor bû hedefek ku ew berê xwe dibin vî cihî?" Kobanê ev bersiv da: "Di heman demê de em li pêngava rizgarkirina Reqayê dimeşînin. DAIŞ tevî ku li Reqayê asê maye û tengav bûye, li aliyê Dêra Zorê êrîş dike. Lewma ev cih stratejîk e. Berê jî weke ku tê zanîn ji aliyê Şedadê ve êrîşên giran li ser Hesekê bûn. Êrîşên li ser kantona Cizîrê dihatin kirin, hemû planên wan li vê derê hatin kirin. Ev der navenda plansaziya wan bû. DAIŞ hêzeke terorê ye, li hemberî vê şerkirin erka me ya yekemîn e. Ji roja destpêkê ya şoreşê heta niha me ev helwest nîşan dan. Ev hêza terorê li ku hebe, em ê li dijî wan li her derê şer bikin."

Rojda Kobanê anî ziman, ku sîstema DAIŞ'ê herî zêde zilm û zordariyê li jinan dike û got, "Tevlîbûna YPJ'ê li nava vê pêngavê, bi rengekî gelekî erênî ji aliyê gel ve hate pêşwazîkirin. Armanca me gihîştina Firatê ye. Eger bi vî rengî dewam bike, em ê di nava du rojan de xwe bigihînin ber çemê Firatê. Em ê bigihêjin mesafeya ku Dêra Zorê bi çav bibînin. Ev heyecanekê dide mirovan. Gelek hevalên me yên şervan, ji bo malbatên xwe, ji bo gundên xwe rizgar bikin bi kelecaneke mezin dilezînin."

Kobanê ev bang li gel kir: "Bila gel ji şervanan re bibe alîkar. Cihên DAIŞ'ê tespît bike û alîkar bibe. Xwe nêzî cihê leşkerî nekin. Wekî din bila nebin destek ji DAIŞ'ê re. Ji bilî vê yekê, dema ku gel xwe gihande şervanên me, bila zanibin ku ew êdî ewle ne. Em hêvî dikin ku gelê Dêra Zorê bi germayî şervanên me pêşwazî bike. Me dît jî, duh gelek malbat hatin rizgarkirin. Bi awayekî pir baş şervanên me pêşwazî kirin."