'Azadiya Reqayê wê DAIŞ'ê û Erdogan biqedîne'

Şervanê Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst Bakir Cîhan destnîşan kir, ku azadiya Reqayê wê dawî li DAIŞ û Erdogan bîne.

Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst ku ji gelek sosyalîst û enternasyonalîstan pêk tê, beriya niha bi sê salan hate avakirin. Ji dema avabûnê û vir ve li Rojava di hemû pêngavan de cih girtiye.

Ji pêkhateyên Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst şervanê TÎKKO Mahîr Bakir Cîhan jî yek ji wan şervanan e ku ji destpêka şoreşê ve bi rengekî çalak li dijî DAIŞ'ê şer dike.

Bakir Cîhan, ku di hemû qonaxên Pêngava Rizgarkirina Reqayê de cih girtiye, bersiv da pirsên ANF'ê.

Cîhan diyar kir, ku di dema şerê Kobanê de ew hate Rojava û got, "Li Kobanê tevlî şer bûm. Wekî din beşdarî Pêngava Rûbar Qamişlo bûm. Beşdarî pêngavên Hol û Şeddadê bûm. Ji qonaxa destpêkê ve cihê xwe di nava pêngava Reqayê de digirim. Ji destpêka şoreşê û vir ve hema bêjin, min cihê xwe di hemû pêngavan de girtiye.

'TÊKÇÛNA DAIŞ'Ê WÊ DAWÎ LI PIŞTEVANÊN ÇETEYAN JÎ BÎNE'

Têkildarî encamên rizgarkirina Reqayê Cîhan ev nirxandin kir:

"Reqa cihekî ku DAIŞ'ê ji xwe re weke paytext îlan kiriye. Yanî navenda DAIŞ'ê ye. Yek ji wan bajaran e ku DAIŞ lê xurt e. Ne tenê ji aliyê leşkerî ve, ji aliyê siyasî ve jî hewl dide xwe xurt bike. Yanî vê derê ji bo xwe weke navendeke tevlîbûnê bi kar tîne. Her derba ku li vê derê li DAIŞ'ê were xistin wê dawî li DAIŞ'ê bîne. Lewma pêngava Reqayê girîng e. Dema em ewilî hatin, ji bo tevlî Şoreşa Rojava bibin em hatin. Lê belê ev rastî heye. Mayindebûna Şoreşa Rojava li ser bingeha yekîtiya gelên Sûriyeyê ya di çarçoveya jiyaneke demokratîk de dibe. Wekî din, astengiya herî mezin a li pêşiya Şoreşa Rojava, çeteyên DAIŞ'ê û hikumeta dewleta Tirk e. Her wiha şoreşa gelên Rojhilata Navîn jî bi vê ve girêdayî ye. Yanî Şoreşa Rojava di heman demê de wê rê li ber şoreşa Tirkiye û Rojhilata Navîn veke. Tovên destpêkê yên vê şoreşê li Rojava, li Bakurê Sûriyeyê tên reşandin. Dikarim bêjim, têkbirina zîhniyeta paşverû ya DAIŞ'ê wê sîstem û zîhniyetên ku rê li ber wê vekirine qels bike, tine bike."

Cîhan da zanîn, eger îro DAIŞ ewqasî xurt bûye, sedemeke vê jî desteka dewleta Tirk a ji bo wê ye û got, "Hikumeta Tirk gelek çalakiyên dixwaze li dijî hêzên çep pêk bîne, bi rêya DAIŞ'ê dike. Wekî din dewleta Tirk dixwaze bibe xwedî petrola li Rojava û Sûriyeyê. Bi kurtasî navenda bingehîn a projeya Osmanî ku hikumeta Erdogan xewna wê dibîne, ev ax e. Ji ber vê yekê ji rizgarkirina Reqayê gelekî aciz e. Ji xwe ji êrîşên wan jî diyar dibe. Hewldana êrîşa li ser Efrînê, zêdegaviya ber bi axa Kobanê ve û êrîşên giştî yên li dijî Rojava ji ber vê yekê. Ev hemû hewla ji bo dabotekirina pêngava Reqayê ye. Di navbera hikumeta Tirk û DAIŞ'ê de têkiliyeke gelekî nêz û germ heye. Ev têkilî ji xwe ji gelek aliyan ve kişf bû. Lê belê bi rizgarbûna Reqayê re ev ê hêz bi zelalî derkeve holê. Gelek cebilxane daye wan ku niha DAIŞ bi wan cebilxaneyan li Reqayê li dijî me şer dike.

Wekî din Erdogan niha bi awayekî vekirî planê li Tirkiyeyê zîhniyeta DAIŞ'ê belav bike. Erdogan bi bikaranîna hestên olî yên gel re dixwaze hebûna biparêze. Ji hin aliyan ve ev yek kiriye jî. Hem bi zext û zordariyê, hem jî bi bikaranîna hestên olî hinekî bi pêş ve çûye. Dewleta TC hem ji aliyê aborî, hem jî ji aliyê civakê ve bi temamî bi DAIŞ'ê ve hatiye girêdan."

Cîhan destnîşan kir, ku rizgarkirina Reqayê wê derbeke mezin li hikumeta Erdoban bixe û got, "Divê ev yek were gotin, "Ev yek ne tenê têkoşîneke çekdarî ye. Aliyekî vê yê zîhniyetê jî heye. Gelekî girîng e ku civak bi temamî ji vê zîhniyetê bê rizgarkirin. Ev jî bi rêxistinbûneke xurtir û hevpar dibe."

BANGA LI ŞOREŞGERAN

Di dawiya axaftina xwe de Cîhan bang li her kesên ku xwe weke enternasyonalîst bi nav dikin kir, ji bo berê xwe bidin Şoreşa Rojava û got, "Ne tenê destekê bidin. Pêwîste cihê xwe di nava vê şoreşê de bigirin û li dijî paşverûtiyê şer bikin. Ev yek erka şoreşgeriya enternasyonalîst e. Bi taybetî gelekî girîng e ku tevgerên çep ên Tirkiyeyê tevlî vê şoreşê bibin. Ji ber ku Şoreşa Tirkiyeyê ancax bi Şoreşa Rojava pêk were. Hê dereng nemane, bila bên û di nav de cih bigirin.

Şoreşa Rojava her wiha ji bo kom û tevgerên şoreş dibistan e. Bi taybetî ji bo komunîstên Tirkiyeyê Şoreşa Rojava qadeke mezin a perwerdeyê ye. Lewma divê komunîstên Tirkiyeyê bêyî dereng bikevin bên û tevlî bibin. Çawa ku gelê Fîlîstînê bi salan li dijî Îsraîlê şer kir, îro jî li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd li dijî faşîzmê têkoşîneke mezin dide. Gelek komkujî hatin kirin. Şoreşgerên li ser gelê Fîlîstînê digiriyan, divê ji bo gelê Kurd û axa Kurdan nebin temaşeker."