Asayîşê di der barê teqînên li Qamişloyê de agahî parve kirin

Asayîşê têkildarî teqînên li Qamişloyê de da zanîn ku teqîn ji ber êrîşên balafirên keşfe yên taxa Meyselûn û Sînayê pêk hatiye. Piştre jî motorsîklêtek bombebarankirî hat teqanin.

Vê êvarî dengê teqînên bihêz li bajarê Qamişloyê hatin bihîstin.

Hêzên Asayîşê der barê teqînan de agahî parve kirin.

Hêzên Asayîşê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker,  çeteyên DAIŞ û hêzên hikumeta demkî 2 du caran bi balafirên keşfê taxa Meyselûn û aliyê Sînayê bombebaran kirin.

Asayîşê diyar kir ku motorsikletekî bombebarkirî li aliyê nexweşxaneya Dil û Çav jî hat teqandin.

Her wiha agahî di ku di encama êrişan de tenê zerarên madî çêbûn.