Şerê li Reqayê: 32 çete hatin kuştin
Di encama şerê li 4 taxên Reqayê ji vê sibehê ve qewimî de, 32 çete hatin kuştin. Şer hê jî li 2 taxan dom dike.
Di encama şerê li 4 taxên Reqayê ji vê sibehê ve qewimî de, 32 çete hatin kuştin. Şer hê jî li 2 taxan dom dike.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 67`an de bi hemû leza xwe dewam dike. Di vê çarçoveyê de, li taxa Kevin a dikeve rojhilat ê Reqayê, di pêşveçûyînên şervanên QSD`ê de 13 çete hatin kuştin. Di heman taxê de doçkeke 12.5 a çeteyên DAIŞ`ê jî hate rûxandin.
Li taxa Rewda ya dikeve rojhilat ê Reqayê jî, di encama şerê heta niha dewam dike de, 2 jê sekvan 6 çete hatine kuştin û gelek çeteyên din jî birîndar bûn.
Li taxa Diriyê ya dikeve rojava yê Reqayê jî, di encama şerê derketî de, 8 çete hatin kuştin. Li taxê hê jî şer dewam dike.
Li şerê li taxa Berîd a dikeve bakûrê rojavayê Reqayê, derketî jî 5 çete hatin kuştin.