Şêniyên Qamişloyê: Em li pişt şervanên xwe û yekîtiya gelê Kurd in
Şêniyên bajarê Qamişloyê di çarçoveya çalakiyên 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê de meşiyan.
Şêniyên bajarê Qamişloyê di çarçoveya çalakiyên 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê de meşiyan.
Bi hezaran kes ji şêniyên bajarê Qamişloyê ya kantona Cizîrê di çarçoveya çalakiyên 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya Cîhanî ya Rojava de û ji bo piştgiriya berxwedanê, meşek girseyî lidar xistin. Bi tevlîbûna nûnerên sazî, partiyên siyasî, şandeya KNK’ê û şandeya hunermendên Kurd meş lidar ket.
Meşê ji Çerxerêya Sonî destpê kir û gel bi girseyî heta çarxereya Şehîd Rûbar Qamişlo meşiya.
Di meşê de beşdaran nêrîn û helwesta xwe ANF’ê re parve kirin. Di despêkê de ciwaneke ji Qamişloyê ya bi navê Viyan Mihemed axivî û diyar kir ku wê heta dawiyê li pişt şervanên xwe bin û got, "Ev axa me ye; cihê bav û kalê me ye. Em axa xwe nadin kesî. Bi can û bi xwîn em bi şervanên xwe re ne. Kesî Kurdan nîne, ji Kurdan û pê ve. Divê Kurd hemû bibin xweişk û bira."
Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Şîlan Omer jî helwesta xwe anî ziman û got, "Em hemû şervanên di çeperên şer de silav dikin. Em weke gelê Kurd li Bajarê Qamişloyê daketine qadan. Em weke muzîkjen jî cihê xwe di piştgirî û berxwedana Rojava de digirin."
Şukriye Osman jî axivî û got, "Em îro hêzek in daketine qadan, ji bo em piştgiriya hêz û yekîtiya gelê xwe bikin. Îro Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê bûne yek dil. Em li pişta hêz û şervanên xwe ne û ji cîhanê re dibêjin ku em weke Kurd tu carî serê xwe ji kesî re natewînin. Em ê tim li ber xwe bidin. Dirûşma me ya yekemîn jî 'Berxwedan jiyan e'."