Şêniyên Ermen jî tevlî seferberiya ji bo Rojava bûn

Şêniyên Ermen jî li Hesekê ji bo parastina herêmê tevlî seferberiya giştî bûn û Tûgaya Şehîd Îvan Qesabsiyan ava kir.

Di çarçoveya bersivdana banga seferberiya giştî de ku Rêveberiya Xweser ji bo parastina herêmê li hember êrişên çeteyên hikumeta demkî û çeteyên DAÎŞ’ê daye destpêkirin, şêniyên Ermen ên li bajarê Hesekê tevlî seferberiya giştî bûn û got: "Ji nava Qirkirina Ermeniyan û ji bîrdanka êşê ku nayê jibîrkirin, pêkhateya Ermen rabû ku dibêje ‘trajedî dubare nabin’."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelê Ermen tûgayek bi navê Îvan Qesabsiyan ava kir û sond xwar ku parastina mirovahî, xak û rûmetê bike.

Ermenan di daxuyaniyê de anî ziman ku rahiştina çekê ne vebijêrkek e, lê pêwîstiyeke parastina gel, xakê, çand, ziman û nasnameyê li hember dijminan e.