Şehîdên Reqayê li Eyn Îsa hatin veşartin

Şervanên QSD’ê Ekrem Hiwêce (Ebû Hiwêce) û Ehmed Talîb (Hemer) ên di pêgava Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê hatin veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Eyn Îsa û bajarê Reqayê cenazeyên şervanên QSD′ê Ekrem Hiwêce (Ebû Hiwêce) û Ehmed Talib (Hemer) wergirtin û ber bi Goristana şehîdan a li gundê Hikûmiye ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirina leşkerî ya ji aliyê şervanên QSD′ê ve destpê kir. Piştre bi navê QSD′ê û MSD′ê axaftin hatin kirin, sersaxî ji malbatên cangoriyan re hat xwestin û bal hat kişandin ser rola şehîdan di rizgarkirina herêmên Bakurê Sûriyyê de.

Her wiha Seroka Komîteya Têkîliyan a Meclîsa Sivîl a Reqayê Umer Elûş jî sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û wiha got: ″Şehîdên azadî û rûmetê riya azadiyê ji gelên bindest re xêz kirin. Bi saya fedekariya şehîdan riêyeke nû ber bi avakirina Sûriyeke Demokratîk û Federal, tê xêzkirin″.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên herdu têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan di nava tîlîliyên dayikan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ ve hatin veşartin.