Şehîdên Pêngava Reqayê li Serêkaniyê hatin veşartin
Welatiyên bajarên Serêkaniyê, Dirbesiyê û Zirganê cenazeyên 4 şehîdan li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî veşartin.
Welatiyên bajarên Serêkaniyê, Dirbesiyê û Zirganê cenazeyên 4 şehîdan li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî veşartin.
Ji bo çar şervanên YPG`ê Xesan Salim (Yilmaz Dirbesiyê), Xalid Şêx Elî (Bawer Ebû Reiseyîn), Ebdulrehman Zozanî (Canfeda Waşokanî) û Mehmûd El-Elî (Mehmûd Xelef) ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, gelê Serêkaniyê, Dirbêsiyê û Zirganê merasîmek lidar xist.
Di merasîmê de li ser navê Desteya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Îdan Xelef El-Efîn axivî û sersaxî ji malbata her 4 şehîdan re xwest.
Fermandarê YPG`ê Orkêş Serhed jî sersaxî ji malbatên her 4 şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.
Di dawiya merasîmê de cenazeya her 4 şervanan hatin veşartin.