ROJANE
Hemû Nûçe
-
Neteweyên Yekbûyî: Tirkiye ji sûcên şer berpirsyar e
Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku bûyerên li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin di çarçoveya sûcê şer de ne û got, "Tirkiye ji vê yekê berpirsyar e." -
Amûra nû ya şerê taybet a Erdogan: Daîreya operasyona îdraqê
Desthialtdariya Tirk di bin sîwana Serokatiya Ragihandinê de Serokatiya Daîreya Rêvebirina Krîzê û Ragihandinê ya Stratejîk ava kir. -
Gunay: Rakirina tecrîda li ser Ocalan divê daxwaza her kesî be
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bal kişande ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, divê rakirina tecrîdê daxwaza her kesî be. -
Jinên Kurd ên li Rûsyayê tecrîd şermezar kirin
Jinên Kurd ên li herêma Stavrapol a Rûsyayê diyar kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşîna xwe mezintir bikin. -
DYE: DAÎŞ dixwaze bi hezaran çeteyên di destê QSD'ê de ne birevîne
Li gorî DYE'yê, çeteyên DAÎŞ'ê yên li Sûriye û Iraqê bi giranî hate qedandin, di serî de Efrîka li gelek welatan li ser komên cuda bi bandor in. Hate ragihandin ku DAÎŞ dixwaze bi hezaran çeteyên li girtîgehên di kontrola QSD'ê de ne birevînin. -
Xwediyên xelatên Mûsa Anter diyar bûn
Xelatên Nûçegihaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdê Çapemeniya Azad hatin aşkerekirin Di pêşbirkê de ku rojnameya Yenî Yaşamê hazir kiribû, ji 5 kategoriyên cuda xelat hatin dayin. -
'Ji bo serketina pêngavê em ê bi her awayî hewl bidin'
DÎK, Însiyatîfa Kurecîkiyan, MARDEF, PKAN diyar kirin ku wê bi her awayî beşdarî pêngavê bibin. -
'Keda Mûsa Anter gelek bû'
Huseyîn Aykol, ku redaksiyona pirtûka 'Apê Mûsa 100 salî ye' kir, bal kişand ser keda Mûsa Anter a li nava çapemeniya Kurd. -
ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Dayik Şenyaşar: Qatil li ber çavê me digerin
Emîne Şenyaşar a AKP’iyan du kurê wê û hevserê wê qetil kir got: “Ev çi edalet e? Yên qatil li derve li ber çavê me digerin. Kurê min du sal in girtî ye.” -
Banga aştiyê ya dayikeke Kurd wekî ‘heqaret’a li Erdogan hate nirxandin
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Fatma Dûran a ku dun li Colemêrgê ji bo aştiyê bang kiribû, ji aliyê polîsan Tirk ve hate destgîrkirin. -
Yekîneyên Tolhildanê: Em tevlî pêngavê dibin, faşîzmê hilweşînin!
Yekîneyên Tolhildanê li pêngava KCK'ê xwedî derketin û gotin, ''Em ê di xweparastinê de bibin pêşeng. Li dijî faşîzmê her tiştî hilweşînin û bişewitînin.'' Yekîneyan bang li Kurdan kirin ku li rûmeta xwe xwedî derkevin û tevlî pêngavê bibin. -
Malbata Şenyaşar bi CHP'ê re hevdîtin kir
Emîne Şenyaşar û kurên wê ku malbata wan ji aliyê parêzvanên Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP'î ve hate kuştin, bi CHP'ê re hevdîtin kir. -
Ciwanên Kurd ên li Rûsyayê: Ji bilî azadiya Rêberê xwe em tiştekî din qebûl nakin
Ciwanên Kurd ên li Rûsyayê bi daxuyaniyekê li ber tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûn û destnîşan kirin ku ew ê bi xurtî tevlî pêngava KCK'ê bibin. -
Çîroka 'Bijî Serok Apo'
'Bijî Serok Apo' li her devera ku Kurd lê dijîn; li qada serhildanê, li çalakiyên gerîla, li Newrozan, li wan kêliyên ku şehîd têne veşartin û li dezgehên êşkenceyê bû peymana ku bang li azadiyê dike. Ev dirûşm cara pêşî li kû derê û kengî hat bihîstin? -
Êzidiyên li Ewropayê tevlî pêngava ji bo azadiya Ocalan bûn
Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê ragihand ku ew bi hemû hêza xwe tevlî pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibin û destnîşan kir ku jiyan û siberoja azad a li Êzidxanê û Kurdistanê bi fikir û felsefeya Ocalan pêkane. -
ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê. -
Aslan Farîsogûllari jî di nav de 33 girtî hatin êşkencekirin
Hevserokê berê yê DBP’ê Mehmet Aslan û Parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farîsogûllari yê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tên ragirtin jî di nav de 33 girtî hatin êşkencekirin û sewqî Girtîgeha Tîpa F kirin. -
Li girtîgehên Marmarayê çi diqewime?
OHD’ê rapora xwe ya têkildarî girtîgehên li Herêma Marmarayê eşkere kir. Di raporê de bal hatiye kişandina ser asta êşkencê û pêkanînên tên kirin. -
KCD û DBP’ê li Sêrtê bi gel re civiyan
Şandeya KCD’ê û DBP’ê ya ku li Sêrtê bi gel re civiyan, diyar kir ku wê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li kaosê bê û peyama “Kî/ê çi dibêjin bila bêjin, em li mala xwe narûnin.” -
Seroka KE Leyen: Her diçe em û Tirkiye ji hev dûr dikevin
Seroka Komîsyona Ewropa ya Elman Ûrsûla von der Leyen di axaftina têkildarî rewşa Yekîtiya Ewropayê de, diyar kir ku navbera wan û Tirkiyeyê her diçe vedibe. -
Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 63 kesên din bi vîrûsê ketin
Di nava 24 saetên dawî de li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 63 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin. Hate ragihandin ku 2 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane. -
Kurdên li herêma Saratovê daxwaza azadiya Ocalan kirin
Kurdên li navçeya Yerşov a bajarê Saratovê yê Rûsyayê, bi daxuyaniyekê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
Elî Bedirxan: Em Ocalan tavilê azad bikin
Derhêner Elî Bedirxan ku yek ji wan kesan e ku hîmê sînemaya Misrê daniye, destnîşan kir ku ji bilî yekîtiyê rêyeke din li pêşiya Kurdan nîne û got, Rêberê Gelê Kurd Ocalan divê tavilê bê azadkirin. -
Dede: Desthilatdarî dixwaze dosya Cemîl Kirbayir bigire
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Umît Dede diyar kir ku desthilatdarî dixwaze dosya Cemîl Kirbayir bigire ku di dema destgîrkirinê de hate windakirin.