ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê. -
Ji bo Ûygûner ê HDP’î 6 sal û 3 meh ceza hate birîn
Ji bo endamê berê yê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Bulent Ûygûner 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn. -
Îfadeya siyasetmedarên rehîn li emniyetê temam bûn
Îfadeya siyasetmedarên ku di operasyonên qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê de hatibûn destgîrkirin de, li emniyetê temam bûn. Li bendê ye ku siyasetmedaran sibe bibin pêşberî dozger. -
Piştevaniya bi HDP’ê re didome
Serdanên piştevanî û destekê ya bi HDP’ê re dewam dike. Di serdanan de peyamên piştevanî û destkê hatin dayîn. -
Pankarta ‘dewletê Tûrgût qetil kir’ hate hildan
Ji bo Servet Tûrgût ê leşkerên Tirk ji helîkopterê avêt û qetil kir, li ser Pira 96’an a Enqerê pankarta ‘Dewletê yê ku Servet Tûrgût ji helîkopterê avêt qetil kir’ vekirin. -
YPS-JIN li Îzmîr, Mûgla û Manîsayê çalakî kirin
Tîmên Bersivdayînê ya Şehîd Serhildan a YPS-JIN ragihand ku di çarçoveya ‘pêngava tolhildanê’ de li Îzmîr, Mûgla û Manîsayê çalakî kirin. -
Wekîlên HDP’î li pêşiya Emniyeta Enqerê daxuyaniyek da
Parlementerên HDP’ê li pêşiya Emniyeta Enqerê ya ku siyasetmedar lê rehîn hatine girtin, daxuyaniyek da. Wekîlan got: “Yekane tişta bê kirin avakirina desthilatek bi ked û aştiyê bê avakirine. Ev jî bi têkçûna vê desthilatdariyê pêkan e.” -
Amed, Riha û Hatay li dijî destgîrkirina li qadan bûn
Operasyonên qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê li Amed, Riha û Hatayê bi çalakiyan hatin protestokirin. Di çalakiyan de peyama ‘Em serî natewînin’ hatin dayîn. -
Bîlgen îstifa kir: Ez ê nehêlim ku bi îradeya me bilîzin
Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ku bi operasyona qirkirina siyasî hate destgîrkirin, îstifa kir. -
Rojnamevan û nivîskaran jî piştgirî dan HDP’ê
Rojnamevan, nivîskar û wêjekaran li dijî qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê belavok belav kirin. Di belavokê de hate diyarkirin ku divê li hemberî vê bêhiqûqiyê helwest were nîşandan. -
Însiyatîfa Zarokên Êgir li çar bajaran çalakî kir
Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku yekîneyên wan li Izmîr, Edîrne, Stenbolê û li Êlihê gelek wesayit û kargeh şewitandine. -
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê têkildarî Qerebaxê hişyarî da
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê têkildarî êrişên li ser Qerebaxê der barê mafên gelê sivîl de hişyarî da aliyan. -
Ji gelek welatan piştgiriya ji bo HDP’ê
Li gelek welatên dinyayê ji bo piştgiriya HDP’ê peyam tên weşandin. Ji Elmanyayê heta Parlementoya Ewropayê, ji Kibrisê heta Endonezyayê partiyan peyamên ji bo piştgiriya HDP’ê dan. -
Li Amedê terora dewleta Tirk: Gelek kes hatin destgîrkirin -Nû BÛ
Polîsên Tirk terora destgîrkirinê ya li dijî partî, sazî û dezgehên Kurdî didomînin. Vê sibehê li Amedê nûçegihan Hakki Boltan, Hevşaredara Egîlê Gulîstan Ensarîoglu jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin. -
Ermenan li Parîsê çalakiya şermezarkirinê li dar xistin
Li paytexta Fransa Parîsê, bi banga Federasyona Komeleyên Ermenan, êrişên Azerbaycanê yên bi piştgiriya dewleta Tirk li dijî Ermenistanê dike, hatin şermezarkirin. -
ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê. -
Ji bo 8 kesan piştî 12 salan, 24 sal û 4 meh ceza hate birîn
Li Cizîrê ji bo 8 kesan ku bi hinceta tevlî çalakiyeke ya sala 2008’an hatiye kirin, 24 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hate birîn. -
Li Êlih û Amedê çalakiyên ‘şewitandin’ û ‘cezakirinê’
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz/ Şehîd Savaş Amed ragihand ku li Amed û Êlihê di navbera 25-29’ê Îlonê de rêze çalakî kirin. -
Qirkirina siyasî li Enqere û Stenbolê hatin protestokirin
Têkildarî siyasetmedarên HDP’î yên di operasyonên qirkirina siyasî de rehîn hatine girtin, li Enqerê û Hatayê daxuyanî hatin dayîn. -
Jinên Tîrêjên Rojê li Êlih û Stenbolê çalakî kirin
Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê li Êlih û Stenbolê li dijî nokerên AKP-MHP'ê çalakî kirin. -
Yekîneya Tolhildanê bi dehan wesayit û kargehên 'faşîstan' şewitand
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Elîşer Konya/Şehîd Arîn Mîrkan ragihand ku di navbera 24 û 29'ê Îlonê de li Stenbol û Edeneyê gelek çalakî kirine. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li rayedaran dan. -
Partiya Çep a Ewropayê û Partiya Herka Gel piştgirî dan HDP'ê
Nerazîbûna li qada navneteweyî ya li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê dewam dikin. -
Serekê komên çete yên Enqereyê têkildarî Azerbaycanê mikur hat
Yek ji fermandarên "Artêşa Milî ya Sûriyeyê" ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye avakirin Ziyad Hecî Obed mikur hat ku Erdogan maeş dide çeteyên Sûriyeyî û van çeteyan dişîne Azerbaycanê. -
Parlamenterên Partiya Çep piştgirî dan HDP'ê
Hevserok Bernd Rîexînger jî di nav de komek ji parlamenterên Partiya Çep a Elman li Meclîsa federal ala HDP'ê hildan û piştgirî dan siyasetmedarên hatin destgîrkirin.