ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Îzmîrê çalakiya li dijî darbeya qeyûm
Milîsên Gever Zafer ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li Îzmîrê li hemberî darbeya qeyûm çalakî kirin. -
Li Farqînê stasyona bazê hate şewitandin
Li Farqînê ciwanên ku li dijî desteserkirina îradeyê daketin qadan agir berdan stasyoneke bazê. -
Parêzer Sarica: Mafê hêviyê nabe bibe mijara bazarê
Ji parêzerên Rêber Apo Rezan Sarica anî ziman ku li Îmraliyê pêşketineke nû nîne û destnîşan kir ku ji bo mafê hêviyê pêwîstî bi guhertinên qanûnî heye. -
ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Ciwanên Wanê li kolanan li ber xwe didin
Ciwanên Wanê tevahiya rojê li dijî desteserkirina şaredariyan li kolan û li gelek taxan çalakiyên protestoyî li dar xistin. -
Berxwedana Êlihê: Qeyûm wê biçin, gel wê bên
Milîsen Azadiya Kurdistan (MAK) Êlihê darbeya qeyûmê protesto kir û peyama “Qeyûm wê biçin, gel wê bên” dan. -
Gelê Nisêbînî li dijî desteserkirinê meşiyan
Gelê Nisêbînî darbeya qeyûmê bi meşeke meşaleyî protesto kirin. -
Nobeta Demokrasiyê ya endamên CHP’ê dewam dike
Nobeta Demokrasiyê ya CHP’ê li dijî desteserkirina îradeyê daye destpêkirin, di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike. -
Biryara komkirina rojnameya Yenî Yaşamê hate dayîn
Bi hinceta wêneyê Rêber Apo biryara komkirina rojnameya Yenî Yaşamê hat dayîn. -
Ahmet Turk: Bi dengek mezin em bertekên xwe nîşan bidin
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk li Qoserê axivî û ev bang kir, “Li dijî zîhniyeta ku îradeya gel îpotek dike, bi avakirina yekîtiya xwe ya demokratîk bertekên xwe bi dengeke bilind belav bikin.” -
Berxwedana li kolanên Êlihê dewam dike
Li Êlihê girseya ku desteserkirina şaredariyan protesto kir, li dijî êrîşa polîsan dest bi berxwedanê kirin. -
Li her derê çalakî: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
Berxwedana li dijî darbeya qeyûmê ya li dijî Îaredariya Esenyûrta Stenbolê û şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdînê, Êlih û Xelfetiyê dewam dike. -
Li Girtîgeha Kandirayê hewldanên provokasyonê zede bûne
Li Girtîgeha Kandirayê ku Fîgen Yuksekdag û Semra Guzel jî lê rehîn tên girtin, êrîş û hewldanên provokasyonê zêde bûne. -
Ji beşa lezgîn a nexweşxaneyê, car din birin girtîgehê
Girtî Mehmet Başaran ê ji ber krîza dil di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de dihat ragirtin, car din birin girtîgehê. -
Dadgeha Bexdayê îdîayên PDK'ê û Wezareta Karên Hundir a Iraqê pûç kir
PDK’ê û Wezareta Karên Hundir a Iraqê, PKK bi şewitandina bazarên Hewlêr, Duhok û Kerkûkê sûcdar kiribû. Lê Dadgeha Bexdayê ev îdîa pûç kirin. -
ÎHD: Li Girtîgeha Îmraliyê di 3 mehan de 154 caran maf hatin binpêkirin
ÎHD’ê ragihand ku li girtîgehên li Herêma Marmarayê, di 3 mehan de 1525 caran maf hatine binpêkirin. Di raporê de hate diyarkirin ku li Îmraliyê 154 caran maf hatine binpêkirin. -
Şaredariya Esenyûrtê di bin dorpêça polîsan de ye
Avahiya Şaredariya Esenyûrtê ya bi qeyûmê hatî xespkirin û şaredarê wê hatî girtin, di bin dorpêçê de ye. Polîs nahêlin endamên meclîsa şaredariyê, welatî bikevin avahiyê. -
Rewşa girtiyê nexweş Abdurahman Gemîcîoglû gelekî giran e
Hate zanîn ku sewqkirina girtiyê nexweş Abdurrahman Gemîcîoglû ya ji bo ATK’ê hatiye betalkirin û wê raporên Gemîcîoglû ji ATK’ê re werin şandin. -
ÎHD'ê li dijî 'darbeya qeyûm' name ji Wezareta Karên Hundir re şand
ÎHD'ê li dijî darbeya qeyûm nameyek ji Wezareta Karên Hundir re şand û xwest, biryara neheq bê betalkirin. -
ÎSÎG: Meha Cotmehê 164 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Di rapora ÎSÎG'ê de hate ragihandin ku Cotmeha 2024'an 15 jê jin û zarok 164 karker li ser kar jiyana xwe ji dest dan. -
Ji qada navneteweyî nerazîbûna li hemberî qeyûm
Li dijî darbeya qeyûm a li ser şaredariyên Kurd, ji qada navneteweyî hîn jî nerazîbûn tên. -
Îtîrazî girtîbûna Ahmet Ozer hate kirin
Îtîrazî girtîbûna Şaredarê Esenyûrtê Ahmed Ozer ê ku bi qeyûm wezîfeya wî hate xespkirin, hate kirin. -
Ji milîsên MAK û HBDH'ê daxuyanî: Em çokê bi faşîzmê bidin tewandin
Milîsên MAK û HBDH'ê têkildarî desteserkirina şaredariyan daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku polîtîkayên dewletê têk çûne. Di bangawaziyê de hate gotin, "Li her derê em hêza xwe ya çalakiyê nîşan bidin û çokê bi faşîzmê bidin tewandin." -
ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Peyama siyasetmedaran a di berxwedana Êlihê de
Nûnerên partiyên siyasî serdana gelê ku li Êlihê li ber xwe didin kirin û li dijî faşîzmê peyama têkoşîna hevpar dan.