ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Antalya, Sêrt û Meletiyê 11 kes hatin girtin, 3 kes hatin binçavkirin
Li Antalyayê 6 kes, li Sêrtê 5 kes hatin girtin. Li Meletiyê jî 2 kes hatin binçavkirin. -
Li Fransayê Ciwan ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Bi pêşengiya Ciwanên Azad ên Les Mûreaûx, Mantes La Jolîe û Poîssy ên herêma Normandîe ya Fransayê, meşeke bi meşale ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin. -
Bayik: Kujerê Karlov dibe ku endamê 'Ocaxên Osmanî' be
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik li ser kuştina Sefîrê Bilind ê Rûsyayê li Enqereyê Andrey Karlov nivîsî û ev cînayet şermezar kir. Bayik ji gelê Rûs re sersaxî xwest. -
Girtiyan name şandin: Ceza, qedexe, êrîş, îşkence..
Girtiyan name ji ajansa me re şandin û qala tiştên bi serê wan ve tên kirin. Girtiyan gotin, jiyana wan li girtîgehê ne ewle ye û bang li raya giştî kirin. -
Bîlgen: Karê 'rakirina mayînan' dane Artêşa Tirk, dibe ku bi sedan cenaze bên!
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen dan xuyakirin, ku li Sûriyeyê karê rakirina mayînan dane artêşa Tirk û got, divê ji raya giştî re bê ragihandin, ku pêkane bi sedan cenazeyên leşkeran bên. -
KCDK-E: Bi girtina televîzyonan re xwe ji bo komkujiyên mezin amade dikin
KCDK-E girtina televîzyona YOL TV şermezar kir û got, "Eger pêşî lê neyê girtin û berxwedaneke civakî neyê kirin, wê komkujî û qirkirinên mezin bikin." -
FEDA: AKP/Qesrê xwe li dengê Elewiyan ranegirt
FEDA'yê nerazîbûn nîşanî girtina Yol TV da û got, "Çi dibe bila bibe, civaka Elewiyan wê berxwedana xwe ya li dijî zaliman bidomîne." -
Efserê Tirk ê li Babê li xwe mikur hat: Di destê DAIŞ’ê de çekên Tirkiyeyê hene
Nivîskarê rojnameya Yenîçagê Takan, di nivîsa xwe de cih da lixwemikurhatinên efserekî Tirk. -
Kampanyayên ji bo azadiya Demîralp berfireh dibin
Ji bo berdana midûrê me yê nûçeyan Maxîme Demîralp, bi hezaran kes tevlî kampanyayên l ser medya civakî û malperên înternetê hatin destpêkirin bûn. -
Ji bo Asli Erdogan û Necmiye Alpay bang Komîsyona Mafên Mirovan a NY hate kirin
Sekreterê Giştî yê IPA Benoît Muller ji Raportorê Taybet ê Azadiya Ramanê yê Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a NY Daîd Kaye xwest, tevlî rûniştina doza Asli Erdogan û Necmiye Alpay bibe. -
Komkujiya 19'ê Kanûnê li Belçîkayê nehat ji bîr kirin
Ji ber salvegera Komkujiya 19'ê Kanûnê, Rêxistina Alîkariya Sor û Komîteya Girtiyên Azad a Ewropayê li paytexta Belçîka Brukselê çalakiyeke hevpar lidar xistin. -
Parlamentera HDP'ê Pervîn Bûldan hate binçavkirin
Cîgira Serokê Parlamentê û Parlamentera HDP'ê yê Stenbolê Pervîn Bûldan li mala xwe ya li Stenbolê hate binçavkirin. Bûldan piştre hate berdan. -
Darizandina akademîsyenên ku aştî xwestin didome
Doza der barê akademîsyen Esra Mûngan, Merla Camci, Kivanç Ersoy û Muzaffer Kaya yên ku ji ber danezana aştiyê îmze kiribûn hatibûn girtin û piştî demekê hatibûn berdan, dewam dike. -
‘Biryara RTUK’ê nêrîna hikûmetê ya ji bo Elewiyan nîşan da’
Midûrê Nûçeyan ê Yol Tv Işik Kûrt bal kişand ku biryara rawestandina weşana Yol Tv di salvegera qetlîama Mereşê de pêk hat û got; “Ev jî nîşan daye ku bê hikûmet bi çi çavî li Elewiyan û bindestan dinêre.” -
Yuksekdag: Bêdengmayina li beramberî sûcên AKP’ê, bêwijdanî û bêexlaqî ye
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag îro bi rêka SEGBÎS’ê tevlî rûniştina dozê bû ku bi hinceta axaftina wê ya 19’ê Adarê li Kongreya HDP’ê ya bajarê Mêrsînê kiribû hatibû destpêkirin. -
HDP: Dengê Elewiyan nayê qutkirin
HDP, li dijî girtina Yol TV nerazîbûn nîşan da û got: “Ev rewş enceq bi têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiyê bi dawî bibe.” -
Li 5 bajaran operasyonên qirkirina siyasî
AKP/Qesr li dijî gelê Kurd û HDP’ê operasyonên xwe yên qirkirina siyasî didomîne. Li Riha, Îzmîr, Sêrt, Kayserî û Agiriyê gelek kes hatin binçavkirin û girtin. -
Ji bo doza gerînendeyan xwendina yekem
Dozger der barê aktivîstê mafê mirovan Şener Yûrdatapan de ku ji bo piştgiriyê bide Rojnameya Ozgur Gundem rojekê rêveberiya nobeda gerînendetiya weşanê kiribû, ji “Propagandayê” ceza birî. -
Ciwan li Parîsê ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Li paytexta Fransa Parîsê ji bo azadiya Ocalan çalakî hatin lidarxistin. -
‘Divê lêgerînvanên edaletê dest ji qetlîama Parîsê bernedin’
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi bîr xist ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji hêla MÎT’ê hatine qetilkirin, destnîşan kir ku dewleta Fransa nahêle ev rastî derkeve holê. -
Hejmara leşkerên Tirk ên kuştî bû 16
Hat ragihandin ku hejmara leşkerên Tirk ên li El Babê hatine kuştin bûye 16. -
FEJ: Belçîka, bi girtina Maxîme Demîralp sûcdar e
FEJ, girtina Midûrê Nûçeyan a ANF’ê Maxîme Demîralp a li ser daxwaza Tirkiyeyê şermezar kir û got: “Belçîka û welatên YE’yê sûcdar in. Divê hempîşeyê me bi lezgînî berdin.” -
Di derbarê Can Dundar de biryara girtinê
22.Dadgeha Ceza ya Giran a Stenbolê, di derbarê Can Dundar de bi hinceta ku beşdarî kampanyaya “ Nobeda Gerînendeya Weşana Giştî” ku bi armaca piştgiriya bi Rojnameya Ozgur Gundemê re hatibû destpêkirin bûye, biryara girtinê da. -
Kedkaran serî netewand: Meşa Enqereyê destpê kir
Kedkarên KESK’î tevî êrîşa polîsan jî ji bo meşa Enqereyê dîsa ketin rê. Serokê Giştî yê KESK’ê Ozgen got; “Bêyî serî bitewînin, em ê rêka xwe bidomînin.” -
Siyasetmedarên Kurd 10 roj in li salona sporê ya Rihayê tên ragirtin
210 HDP û DBP’î yên ku di operasyonên qirkirina siyasî de li Rihayê hatin binçavkirin, hê jî di bin çavan de ne.