ROJANE
Hemû Nûçe
-
YRD'ê Roja Rojnamevanên Kurd pîroz kir
Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) têkildar 22'ê Nîsanê Roja Rojnamevanên Kurd daxuyaniyeke nivîskî da. -
Baydemîr: Gelê Kurd serî netewand
Berdevkê HDP'ê Baydemîr, li ser dek û dolabên di referandûmê de hatin gerandin got, "Ji ber ku vê hikumetê hilbijartina herî bi guman a dîroka komarê pêk anî, wê ji Evren hîn xerabtir bê bîranîn." -
Îşkenceyê li girtiyên nexweş dikin
Zext û binpêkirina mafan a li ser girtiyan didome. Girtiyan di nameyên xwe de tişta ku li wan tê kirin vegotin û bal kişandin ser kirinên kêfî yên bêdawî. -
Gelo Amerîka ji bo vekirina buroyên ENKS’ê ji Îbrahîm Biro re çi got?
Bi ya me êdî dem hatiye ku gelê Kurd ji van kesên ku dibêjin 'em siyasetmedar in' lê di rastiya xwe de hevkariya dijminên Kurdan dikin, xilas bibin. -
Daîreya Serokwezaretiyê ya Elmanyayê ket ber lêpirsînê
Li Elmanyayê, ji ber ku belgeyên komîsyona meclîsê ya li ser rêxistina îstîxbaratê ya Amerîkayê (NSA) hate avakirin daye WîkîLeaksê, derket holê ku Daîreya Serokwezaretiyê ketiye ber lêpirsînê. -
Tecrîd li Langenthal û Parîsê hate şermezarkirin
Li bajarê Langenthal ê Swîsreyê û li paytexta Fransa Parîsê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin. -
Dek û dolabên AKP/MHP'ê hatin şermezarkirin
Li bajarê Koln ê Elmanyayê û li bajarê Amsterdam ê Hollandayê, encamên referandûmê hatin şermezarkirin. -
Li Parîsê êrîşa bi çek: Polîsek hate kuştin
Di encama êrîşekî bi çek a li paytext Parîs a Fransayê de, polîsek hate kuştin. -
Him Beşîktaş him jî wê ‘Na’ bi ser bikevin
Li hemberî encamên bi guman ên referandûmê, di roja 5’emîn a protestoyan de, li Beşîktaşê him protestokirinên ‘Na’yê him jî coşa maçê hate jiyîn. -
Ji Tirkiyeyê pere ji êrîşkarê St-Petersbûrgê re hatiye şandin
Derket holê ku di êrîşa terorî ya 3’ê Nîsanê de li bajarê St-Petersbûrgê yê Rûsyayê pêk hatibû, têkiliyên wê yên bi Tirkiyeyê re jî hene. -
KCDK-E, gel vexwend berxwedan û mîtînga Strasboûrgê
KCDK-E, li hemberî encama referandûmê ya bi dek û dolab û li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê gel vexwend kolan û mîtînga Strasboûrgê. -
Oy ve Otesî: Me nekarî em 3 milyon û 746 hezar dengan piştrast bikin
Oy ve Otesî tespîtkirina dek û dolabên di referandûmê de didomîne. Li gorî rapora Oy ve Otesî di belavbûna 100 hezar dengan de, nakokî heye. 3 milyon û 746 hezar deng jî nehat piştrast bikin. -
Li Edînbûrghê greva birçîbûnê bi dawî bû
Li Edînbûrgh a paytexta Îskoçyayê, çalakiya ku ji bo piştgiriya bi girtiyên di zîndanê Tirkiye û Kurdistanê de hatibû destpêkirin, îro bidawî bû. -
Girtiyên li Sîncanê nabin nexweşxaneyê
Girtiyên siyasî yên li ser banga KCK'ê dest ji greva birçîbûnê berdan, divê bibin nexweşxaneyê, lê di vî warî de hîn gavek nehatiye avêtin. -
OSCE: Bila deng ji nû ve bên jimartin
Dîrektorê Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE) Mîchael Georg Lînk got, "Ji nû ve jimartina dengan wê baweriya bi pêvajoya hilbijartinê ku qels bûye, zêde bike." -
Yildirim: Kurdan 'Plana Têkbirinê' avêtin ser sergo
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Yildirim got, Kurdan di referandûmê 'Plana Têkbirinê' avetine ser sergoyê. Yildirim diyar kir, ji ber sedema ji qewetketinê di nav AKP’ê de pevçûnê dest pêk kiriye. -
Mazlûm Der a ku hatibû tasfiyekirin însiyatîfeke nû ava kir
Şûbeyên Mazlûm Derê yên ku serê xwe ji tasfiyeya AKP’ê re netewandin, Însiyatîfa HAK ava kirin. -
Daxuyaniya hevpar: Divê şert û mercên li girtîgehan tavilê bên sererastkirin!
ÎHD, TÎHV, OHP û ÇHD'ê diyar kirin, şert û mercên li girtîgehan ku bûn sedema destpêkirina grevên birçîbûnê dewam dikin û hikumet şermezar kirin. -
Li Elmanya tê xwestin Tirkên ku dengê ‘erê’ dane welêt biterikînin
AfD a Elmanya jî dixwaze cotwelatîbûna Tirkên ku dengên ‘erê’ dane were sînordarkirin û welêt biterikînin. -
Kenê berê vedigere ser rûçikê gelê Reqayê
Piştî rizgarkirina gundên wan ji aliyê şervanên QSD’ê ve, êdî hêdî hêdî ken vedigere ser rûçikê xelkê herêmê. -
Polîsan avêtin ser buroya sendika.org
Polîsan danê vê sibehê avêtin ser buroya sendika.org. Di serdegirtinê de edîtorê buroyê Alî Ergîn Demîrhan hate binçavkirin. -
Rojnamevan Meltem Oktay hate girtin
Rojnamevan Meltem Oktay, ji ber nûçeyên xwe yên di dema qedexeya derketina derve de li Nisêbînê amade dikir, careke din hate girtin. -
Li Nîjerê vîrûsa Hepatît E belav dibe: Herî kêm 25 kes mirin
Li herêma Dîffa ya Nîjerê, ku bi sed hezaran penaber lê dimînin, ji ber belavbûna enfeksiyona vîrûsa Hepatît E bi dehan kes mirin. -
OPCW: Eşkere ye ku li Han Şayhûnê çeka kîmyewî hatiye bikaranîn
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ragihand, li bajarokê Han Şayhûn ê Sûriyeyê di êrîşa 4'ê Nîsanê de çeka kîmyewî hatiye bikaranîn. -
Li Sûriyeyê veguhastina sivîlan ji bajarên dorpêçkirî ji nû ve dest pê kir
Hat ragihandin, li wîlayeta Îdlib a Sûriyeyê, veguhastina sivîlên li bajarên Fûa û Kafraya yên ji aliyê çeteyên El Nûsra û komên din ên çete ve hatine dorpêçkirin, ji nû ve dest pê kiriye.