Li Elmanya tê xwestin Tirkên ku dengê ‘erê’ dane welêt biterikînin
AfD a Elmanya jî dixwaze cotwelatîbûna Tirkên ku dengên ‘erê’ dane were sînordarkirin û welêt biterikînin.
AfD a Elmanya jî dixwaze cotwelatîbûna Tirkên ku dengên ‘erê’ dane were sînordarkirin û welêt biterikînin.
Piştî encamên referandûma bi dek û dolab tevdîr û helwestên ji bo Tirkên ‘erêkir’ didomin.
Serokê Giştî yê Partiya Alternatîf a Elmanya (AfD)ya Rastgir Alexander Gauland ji Ajansa Nûçeyan a Elman DPA’yê re axivî û got, ‘’referandûmê nîşan daye ku cotwelatîbûn ne fikrekî baş e’
‘LI DIJÎ AZADIYÊ NE, BILA BIÇIN’
Gauland diyar kir ên ku sîstema otokrat tercîh kirine ne aidî Elmanyayê ne û got ew ê mijarê di kampanyaya hilbijartinê de bixebitînin, wiha domand: ‘’cotwelatîbûn bi otomatîkî du girêdaniyan çêdike û ev rewş ji bo welatiyên Yekîtiya Ewropa rê li ber neyêniyan venake lê ji bo yên ku ji çandên cuda hatine probleman çêdike.’’
Gauland diyar kir bi guherîna destûrê re domdariya bêsiûdiyê dikare were rawestandin.
Gaulang got: ‘’Ji bo entegrebûnê ne divê em lê divê ew kêferatê bikin. Evder weleatê me ye. Ên ku dixwazin bi me re bijîn divê li gorî me bimeşin.’’
‘HEKE HÛN NE ALÎGIRÊ AZADIYÊ BIN…’’
Hevseroka Partiya Alternatîf Jorg Meuthen jî xwest Tirkên ku dengê ‘erê’ dane ji Elmanya werin qewirandin. Meuthen got: ‘’Heke hûn ne alîgirê azadiyê bin ji kerema xwe biçine cihê ku azadî lê tê astengkirin’’ û got, ‘’A baş ew e ku hemşeriyê me yên Tirk ên ku naxwazin azadîparêziya me par ve bikin, bila welatê me biterikînin.’’
TI WELAT WAN NAXWAZE
Ji bilî Elmanya her wiha partiyên li Belçîka, Hollanda û Avûstûrya jî piştî referandûmê dixwazin cotwelatîbûna Tirkan were betalkirin.