KCDK-E, gel vexwend berxwedan û mîtînga Strasboûrgê

KCDK-E, li hemberî encama referandûmê ya bi dek û dolab û li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê gel vexwend kolan û mîtînga Strasboûrgê.

Kongreya Civakî ya Kurdistaniyan a Ewrûpayê (KCDK-E) têkildarî mîtînga wê di 22’ê Nîsanê de li Strasboûrgê bi şîara “Wê faşîzm têk biçe, berxwedan wê bi ser bikeve” were lidar xistin, îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Li hemberî zilm, pêkutî û îşkenceya tifaqa faşîst a AKP-MHP ya ku xwestin rûmet, vîn û azadiya me desteser bikin, berxwedêrên zindanan li 33 zindanan bi 340 kesan li ber xwe dan. Vê berxwedana zindanan pêl bi pêl mezin bû û di roja 64’an de vî agirê azadiyê dewrî bi sed hezaran kesî kirin. Vî şerî bi rûmet bû destpêka têkçûna tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê.”

‘PLANÊN ÇETEYÊN FAŞÎST NEÇÛN SERÎ’

Di dumahîka daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Berxwedana têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û pêşketinên li Rojava û encamên 7’ê Hezîranê dewleta faşîst a Tirkan daye tirsandin. Ji ber vê jî hemû çeteyên paşverû û qirker li hemberî Kurdan bûne yek û ‘plana rûxandinê’ saz kiribûn. Vê tifaqa faşîst êrîşî hemû nirxên gelê me kir, bajarên me wêran kirin û xwestin gelê me li ber wan çok deynin erdê. Lê berxwedanên xwerêveberiyê nehişt ku vê plana çeteyên faşîst a AKP-MHP’ê biçe serî.”

‘EM XWEDÎTIYÊ LI VÊ HELWESTA BI RÛMET BIKIN’

Di şertên dîktatoryal ên wisa de, gelê Kurd li hemberî qirkirin û dek û dolaban di referandûmê de vîna xwe derxist holê û mêtingerî red kir. Ji îzolasyona li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re gotin NA, ji qirkirinên siyasî û leşkerî gotin NA, ji qeyyûman re gotin NA, ji kesên ku nasnameya Kurdan înkar dikirin re gotin NA û xwedîtî li berxwedana Mehmet Tûnç û Asya Yuksel kirin û vîna xwe nîşan dan. Di heman demê de Elewî û muxalîfan jî ji bloka faşîst a AKP-MHP’ê re gotin NA. Gelê me li hemberî faşîzm û înkara di referandûmê de jî got NA. NA bi ser ket. Lê çeteyên AKP-MHP’ê yên diz vîna gelê me dizîn. Di serî de Kurdên ku li Ewrûpayê dijîn hemû kesên ku gotin NA, divê xwedîtiyê li helwesta gelê me ya bi rûmet bikin. Ev xwedîlêderketin peywir û berpirsyariya namûs, rûmet û welatparêziyê ye.

‘EM DAKEVIN KOLANAN’

Li Tirkiyeyê bi sed hezaran kesan gotin ‘em vîna xwe nafiroşin, em nahêlin diz bidize, Erdoganê diz’ û daketin kolanan. Berxwedana zindan û têkoşîna li hemberî desthilatdariya faşîst gihiştine hev.

Têkoşîna li Kurdistan û Tirkiyeyê ketiye qonaxeke nû. Divê em berxwedana Cizîr û Sûr û ya Geziyê bikin yek. Hemû kesên di eniya NA’yê de, Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Asûrî, Ermen, laîk, jin, ciwan, kedkar, Elewî, Êzidî divê li hemberî faşîzmê bibin yek û dakevin kolanan.

‘JI BO BERXWEDANÊ EM BIÇIN MÎTÎNGÊ..’

KCDK-E di dawiya daxuyaniyê de got: “Em hemû kesên li bajarên Elmanyayê ên Munchen, Ûlm, Nûrnberg, Stûtgart, Heîlbron, Pfrozheîm, Ferîbûrg, Bodesse, Frankfûrt, Gîssen, Darmstad, Maîînz, Mannheîm û Saarbûrkenê, bajarên Swîsreyê Bern, Cenevre, Zûrîch, Basselê dijîn û hemû kesên nêzî Strasboûrgê vedixwînin mîtînga navendî ya Strasboûrgê.”

Cih: Avenûe de l’Eûrope 67000 (Pêşiya Konseya Ewrûpayê)

Saet: 12.00

Dîrok: 22’ê Nîsanê 2017