ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Stockholmê ji Ocalan û girtiyên siyasî re azadî hate xwestin
Ji bo protestokirina dek û dolabên tifaqa şer a AKP-MHP’ê ya di referandûmê de, girse li paytexta Swêdê li Stockholmê daketin qadan û xwestin ku di serî de Ocalan divê hemû girtiyên siyasî werin berdan. -
Li Osloyê ji bo azadiya Ocalan çalakî
Li Osloyê ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedanan girtiyên siyasî çalakiyek hate lidarxistin. -
Li Tebqayê 2 tax hatin rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), taxên Îskenderiye û Ayid Sexîr ên Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgarkirin. -
Kartal: Wê siyaseta Erdogan-Bahçelî nemeşe!
Hevserokê KONGRA-GEL’ê Kartal di mîtînga Strasboûrgê de axivî û diyar kir ku wê siyaseta AKP-MHP’ê nemeşe û got: “Yan wê AKP’ê were ser rêya çareseriyê yan jî wê biteqize biçe.” -
Li Strasboûrgê hezaran kes li dijî faşîzma AKP'ê li hev civiyan
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li dijî faşîzma AKP'ê mîtîngek mezin hat lidarxistin û peyamên berxwedanê hatin dayîn. -
Li Amed û Îzmîrê daxwaza edaletê kirin
Li Amed û Îzmîrê xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan daxwaza edaletê kirin. Di çalakiyê de ji bo zarokên ku hatine qetilkirin û ronakbîrên Ermen daxwaza hevrûbûnê hate kirin. -
Ji Dayikên Şemiyê bang: Hesabê Zarokan û qirkirina 1915’an bidin
Dayikên Şemiyê bang kir ku divê dewlet û civak rastiya zarokên ku di binçavan de hatine windakirin bibîne. Dayikan bal kişand ser bûyerên ku di 24’ê Nîsana 1915’an de li ser Ermeniyan hate kirin. -
Rojnemavanên Kurd li Amedê li hev civiyan
Li Amedê bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurd civînek hate lidarxistin, peyama em dev ji ragihandina rastiyan bernadin. -
Rapora Insîyatîva Çapemeniya Azad: Li Tirkiyê 166 nûçegihan girtî ne
Insîyatîva Çapemeniya Azad di salvgera 22’yê Nîsanê, Roja Nûçegihaniya Kurd de raporek weşand, Roja Nûçegihaniya Kurdistanê li kedkarên çapemeniya Kurd pîroz kir û diyar kir li Tirkiyê 166 nûçegihan girtîn ne. -
Elmanya wê çekan nede PDK’ê ku êrîş biribû ser Êzîdiyan
Wezareta Karê Derve yê Elman diyar kir ku ew ê çekan nedin pêşmergeyan. -
Tecrîda li ser Ocalan li Parîsê hat protestokirin
Endamên Ciwanên Azad yên li bajarê Parîsê tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protestokirin. -
Kevneşopiya ku di şertên giran de xwe diafirîne: Çapemeniya Kurd
Di ser yekem rojnameya Kurd re 119 sal derbas bûn. Ji roja ku rojnameya bi navê Kurdistanê sala 22’yê Nîsana 1898’an çap bûyî heta niha kevneşopiya çapemeniya Kurd tim di şertên giran de xebatên xwe domandin. -
KNK’ê salvegera Nûçegihaniya Kurd Pîroz kir
KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera Nûçegihaniya Kurd ku bi rojnameya Kurdistanê dest pê kirî, pîroz kir. -
Li PE’yê konferansa têkildarî Kurdên Anatoliya Navîn
Li Parlementoya Ewropa (PE) vê heftiya were wê li ser Kurdên Anatolojiya Navîn konferanseke navnetewî were lidarxistin. -
ADKH: Divê kuçe werin bidestxistin
ADKH: Em radigihînin ku em vê sîstema dijminê ked, jin, zarok, sirûşt, neteweya çewisandî û baweriyan qebûl nakin, hilbijartina bi dek û dolab qebûl nakin, diyar dikin ku nerazîbûna herî watedar a li dijî vê pergalê ew e ku em kuçeyan bi dest bixin. -
Li Ewropayê çalakiyên protestoyî ên li dijî dek û dolabên referandûmê didomin
Li Brûksel, Dusseldorf, Berlîn û Den Haagê çalakiyên protestoyî yên li dijî dek û dolabên AKP/MHP’ê yên referandûmê didomin. -
Encamên referandûmê tên protestokirin
Bi hezaran kesên ku li Stenbol, Edene û Ûşakê li hev kom bûn, encamên refernadûmê protestokirin. -
Li Manîsayê di saetekê de 2 erdhej
Li Manisayê li pey hev 2 erdhejên ku şideta bi pileya 4.9 pêk hat. Erdhej li 11 bajarên derdor hat hiskirin. Piştî erdheja yekem gelek hejînên din jî çêbûne. -
Çeteyê DAIŞ’ê li xwe mukur hat: Me bi Fatma Şahin a AKP'yî re civîn çêdikir
Çeteyê DAIŞ’ê Baha Alden Najeep li xwe mukur hat, got me bi Fatma Şahîn a AKP’yî re civîn lidar dixistiye. -
Esad: Çekên kîmyewî ji Tirkiyeyê tê girtin!
Serokê Dewleta Sûriyeyê Esad, diyar kir ku komên terorîst ên li welatê wan çekên kîmyewî ji Tirkiyeyê digire. -
Rapor: Ji sindoqên wezîfedarên HDP'yî lê nebûn, % 90 dengê 'Erê' derket
Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser fen û fûtên di referandûmê de hatin kirin, raporek ji 67 rûpelan amade kir. Navendê, kurtasiya vê raporê weşand. -
KCDK-E êrîşa DAIŞ’ê ya li Parîsê şermezar kir
KCDK-E êrîşa DAIŞ’ê ya li Parîsê şermezar kir û bang li gelan kir ku li dijî DAIŞ’ê û faşîzma AKP’ê ya ku DAIŞ’ê destek dike bi hev re têbikoşin. -
Qirkirina Ermeniyan wê di salvegera 102. de bi çalakiyan bê şermezarkirin
Platforma Bîranînê ya 24'ê nîsanê, daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir, ew ê bi wesîleya salvegera 102. a Qirkirina Ermeniyan çalakiyên protestoyî lidar bixin. -
Li Dersîm, Xarpêt û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
Hêzên çekdar ên Tirk, li Dersîm, Xarpêt û Îzmîrê bi ser gelek malan de girtin û gelek kes bin çav kirin. -
YRD'ê Roja Rojnamevanên Kurd pîroz kir
Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) têkildar 22'ê Nîsanê Roja Rojnamevanên Kurd daxuyaniyeke nivîskî da.