ROJANE
Hemû Nûçe
-
EUTCC’yê bang kir dawî li tecrîda li ser Ocalan û girtinan were
EUTCC ji hemû saziyên rayedar ê Ewrropayê xwest ku dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were û bang kir ku biryara DMME’yê ya 2014’an a ji bo Ocalan were pêkanîn. -
‘Em ê bi geşkirina şoreşa Rojava êrîşan pûç bikin’
Fermandariya Rojavaa TKP/ML TÎKKO êrîşa dewleta Tirk a li ser Rojava şermezar kir û got: ‘’Em ê bi geşkirina şoreşa Rojava êrîşan pûç bikin’’ -
Avûstûrya: Ji ber sedema Tirkiyê bernameya aştiyê di talokeyê de ye
Avûstûrya diyar kir ji ber blokeya Tirkiyê bernameya aştiyêya ku NATO bi gelek welatên Balkanan re bi rê ve dibe ketiye talokeyê û banga ‘’krîzê çareser bike’’ li NATO’yê kir. -
Li Elmanya skandala qedexeyê naqede
Wezareta Karê Navxweyî yê Elmanya piştî qedexekirina alayên YPG/YPJ û gelek sazî û dezgehên Kurd daxuyaniyeke dî ya skandal da. -
Li Ewropa gelek ‘gumanbarên êrîşan’ hatin girtin
Li gelek welatên Ewropayê gelek îslamîstên radîkal ku guman ji wan dihate birîn wê çalakiyan bikin hatin binçavkirin, li Fransayê jî leşkerekî Elman ku dijminê biyaniyan e û di amadekariya çalakiyê de ye hate girtin. -
Li Marsîlyayê çalakiyên bê îtihatiya sivîl
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi çalakiyekî bê îtîhatiya sîvil, êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê hatin protestokirin. -
Konferans li Parlementoya Ewropayê: Divê mafê Kurdên Anatoliya Navîn were dayîn
Li Parlementoya Ewropayê konferansek li ser kêşeyên Kurdên Anatoliya Navîn hate lidarxistin. -
Li Ermenistanê êrîşa li ser Şengal û Rojava hat protestokirin
Kurdistaniyên li gundê Derikê û 11 gundên herêma Elegezê ya navçeya Akbaran a Ermenîstanê dijîn kom bûn, bi mîtîngekê êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengal û Rojava hate kirin bi tundî şermezar kirin. -
Li Londrayê êrîşên dewleta Tirk hate şermezarkirin
Êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê li gelek bajarên Îngilîstanê tên protestokirin. Bi çalakiyên li paytext Londra, Hûll û Nattînghanê hatin lidarxistin êrîş hatin şermezarkirin. -
Iraq wê Tirkiyeyê ya ku êrîşî Şengalê kir, li NY gilî bike
Ji ber ku artêşa Tirk êrîşî Şengalê kiriye wê Iraq wê li Neteweyên Yekbûyî gilî bike. -
Hatîp Dîcle: Ewqas ne hêsan e; divê em israra xwe ya ‘Na’yê bidomînin
Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle li Saarbruckenê beşdarî panelekê bû û bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û Şengalê da. -
Li PE’yê Konferansa Kurdên Feylî
Li Parlamentoya Ewropayê Konferansa Kurdên Feylî dest pê kir.Di konferansê de hate xwestin ku Kurdên Feylî werin naskirin û HDP’yî serbest werin berdan. -
Êrîşên dewleta Tirk li Bochûmê hatin protestkirin
Li Bochûm a Elmanya Kurdistanî û dostên wan êrîşên dewleat Tirk ên bi ser Rojava û Şengalê de şermezar kirin. -
Li Pervomayskiyê banga xwedîderketinê ya li Rojava û Şengalê
Kurdistaniyên ku li Pervomayskiyê dijîn komkujiya dewleta Tirk a li Rojava û Şengalê şermezar kirin. -
Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî hate astengkirin
Careke dî jî malpera înternetê ya rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî hate astengkirin. Adrêsa webê a rojnameyê demokrasi16. com jî hate astengkirin. -
Li dijî dehebetiyên ku ji Sûrê radibin nerazîbûn
Hikûmeta ku raçînka dirokî ya Sûrê xira kirî û digot ‘em ê bikin weke Toledo’’ avaniyên ji betonê çêdike. -
Ne bi dilê Elmanyayê ye ku alîkariya aborî bide Tirkiyê
Tê gotin Elmanya bersiveke neyênî daye banga AKP’ê ya ji bo alîkariya maddî ku AKP beriya referandûmê bi mebesta ku çend dengan bistîne krîz çêdikirin. -
Fona bêkariyê pêşkêş dikin
Fona sîgortayê ya bêkariyê ji bo girtina newekheviya bûdçeyê û deynên navxweyî bi kar tînin. -
Cavallî: Erdogan DAIŞ’ê diparêze, divê Ewropa tevibigere
Dîrektorê Navenda Têkoşîna Dijî Pençeşêrê ya Dinyayê Franco Cavallî li dijî êrîşên dewleta Tirk bang li hêzên navdewletî kir da ku bikevin nav liv û tevgerê. -
Li Parîs û Lûzernê êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin
Li paytext Parîs a Fransayê û bajarê Lûzern ê Swîsreyê polîtîkayên êrîşkar ên dewleta Tirk hate protestokirin. -
Artêşa Tirk bi topên hewanan êrîşî Til Rifet dike
Hat diyarkirin ku artêşa Tirk bi topên hewanan ve êrîşî Til Rifet dike. -
Êrîşên dewleta Tirk li Ewropa tê protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê bi çalakiyên girseyî yên li Ewropayê tên protestokirin. -
Rûsyayê têkildarî êrîşên Tirkiyeyê daxuyanî da
Rûsyayê têkildarî êrîşên artêşa Tirk ên li ser Rojava û Şengalê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Wezareta Karên Derve hate dayîn û hat diyarkirin ku ‘operasyon nayên qebûlkirin’. -
Akdogan ê wekîlê HDP’ê ji girtîgehê hate berdan
Parlemeterê HDP’ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan ê hate berdan got: “Eger hûn ên siyaset kirin bavêjin girtîgehê, we hevşaredar avêtin girtîgehan, wê demê wê kî bikare pirsgirêkan çareser bikin.” -
Li Ermenistanê jî êrîşa li ser Şengal û Rojava hat protestokirin
Îro Kurdistaniyên li Ermenistanê yên navçeya Oktoberyayê yên li gundê Araksê dijîn, bi daxuyaniyekê êrîşa di 24’ê Nîsanê de bi tundî protesto kirin a ku li ser Şengal û Rojava hatibû kirin.