ROJANE
Hemû Nûçe
-
NAV-DEM: Cejn di çarçoveya wekheviyê de banga jiyanê ye!
NAV-DEM a bi boneya Cejna Qûrbanê daxuyaniyek da got: “Cejna Qûrbanê û hemû cejn di çarçoveya jiyana azad, demokrasî, edalet û biratiya gelan de banga jiyanê ye.” -
KCDK-E: Di cejnê de em parvekirin û hevgirtinê zêde bikin
KCDK-E’yê ji bo Cejna Qurbanê peyamek weşand û got ku, “Em xwedî li gelê xwe yê mûxtac derkevin û giyanê yekîtiya neteweyî û yê hevgirtinê xurt bikin.” -
Komkujiya Şengalê li Çelyabînskê hate şermezarkirin
Sûîqesta ku dewleta Tirk roja 15'ê Tebaxê li Şengalê kir, li herêma Çelyabînsk a Rûsyayê hate şermezarkirin. -
HDK'ê kongreyên xwe yên Zurîch û Baselê pêk anîn
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li bajarên Zurîch û Baselê yên Swîsreyê kongreyên xwe pêk anîn û rêveberiyên xwe yên nû hilbijartin. -
KAMPANYA HEYVA SOR A KURDISTANÊ YA JI BO CEJNA QURBANÊ
Heyva Sor a Kurdistanê bang kir, ku qurbanên di Cejna Qurbanê de werin dayin ji bo malbatên hewcedar ên li hemû parçeyên Kurdistanê bêne şandin. -
Sefaretxaneya Bilind a DYA'yê ya li Enqereyê bû hedefa êrîşê
Li dijî Sefaretxaneya Bilind a DYA'yê ya li Enqereyê ji aliyê kesên nenas ên çekdar ve êrîşek hate kirin. Ji ber êrîşê tiştek bi kesî nehat. -
15'ê Tebaxê li Ewropayê hate pîrozkirin
Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, bajarê Lîmasol ê Qibrisê û li bajarê Rennes ê Fransayê salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê bi rengekî girseyî hate pîrozkirin. -
Kurdistaniyên li Ewropayê Şengalî bi bîr anîn
Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî ku ji be rêrîşa dewleta Tirk li Şengalê şehîd bû, li bajarên Essen û Kasselê yên Elmanyayê hate bîranîn. -
Amadekariyên ji bo 'Erdogan not welcome' zû dest pê kirin
Serokkomarê Tirk Erdogan wê 28-29'ê Îlonê li Berlînê hevdîtinan bike. Ji bo protestokirina Erdogan, gelek saziyan dest bi kampanya "Erdogan not welcome" (Erdogan tu bi xêr nehatiye) kirin. -
Nobedarên vê hefteyê koma ji Heîlbronnê ye
Nobeda ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê girtin, îro ji aliyê koma ji bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê ve dewr hate girtin. -
ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Tebaxa 2018'an. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
Ciwanên Êzidî wê ji bo Şengalê li bajarê Bremenê dakevin qadan
Ciwanên Êzidî wê 20'ê Tebaxê li bajarê Bremenê dakevin qadan û êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar bikin. -
Plana qirêj a MÎT'ê ya li ser PJAK'ê -NÛ BÛ
Çend roj berê nav û wêneyên rayedarên PJAK û KODAR'ê li ser tora medya civakî hatibûn weşandin û hatibû îdîakirin ku "rêveberiya Îranê ji bo kuştina wan xelatê dide." Tê gotin ku ev plan ji aliyê MÎT'ê ve hatiye amadekirin. -
'Kuştina Mam Zekî dewama fermanê ye'
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê kuştina Mam Zekî Şengalî weke dewama fermana li dijî Êzidiyan bi nav kir. -
Meclîsên Gundên Êzidiyan ên Bakur Zekî Şengalî bi bîr anîn
Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzidiyan ên Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî sersaxî ji malbata Zekî Şengalî, civaka Êzidî û tevahiya gelê Kurd xwest. -
Êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê hate şermezarkirin
Êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê ku di encamê de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî û Konseya Rêveber a KCK'ê Îsmaîl Ozden (Zekî Şengalî) şehîd bû, li Ewropayê bi çalakiyan tê şermezarkirin. -
Çapraz: Bêyî ku dereng bibe divê girtiyên nexweş bên berdan
Sîbel Çapraz ku zêdeyî salekê bi birîneke giran girtî ma bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got, divê tavilê bên berdan. -
ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Tebaxa 2018'an. -
Çalakiyên protestokirina dewleta Tirk li Ewropa dewam dikin
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn, êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê ku têde Zekî Şengalî şehîd bû bi çalakiyan protesto dikin. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
Li Berlîn û Lîmasol êrîşa Şengal hate protestokirin
Kurdistanî û dostên wan li paytexta Elmanya Berlînê, bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengalê meşek lidar xistin. Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê jî êrîş hatin protesotkirin. -
Li Hannoverê êrîşa şengalê bi mîtîngekê hate protestokirin
Qetilkirina Endamê Koordînasyona Êzidiyên Şengal û endamê Konseye Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) ê di êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê de, li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi mîtîngekê hate protestokirin. -
Li Wanê panela ciwanan: Em ê bi têkoşînê ser bikevin
Parlemeterên HDP’ê yên Wanê Tayîp Temel û Bedîa Ozgokçe Ertan ên di panela ciwanan a li Wanê hate lidarxistin de axivîn, bal kişandin ser rol û teşeya ciwanan a di têkoşîna şoreşê de. -
Qetilkirina Şengalî li Melboûrne hate protestokirin
Şehîdbûna endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî ya di encam êrîşa balafirên şer ên Tirk de li Melboûrneyê hate protesokirin.