ROJANE
Hemû Nûçe
-
SES û TTB: AKP birçîtî û mirinê ferz dike
Endamên SES û TTB'yê pêşnûmeya yasayê ya AKP'ê ku pê nahêle doktorên îxrackirî li nexweşxaneyên taybet bixebitin şermezar kir. Di çalakiyê de hate gotin AKP, kesên ku weke wan nafikire bi birçîbûnê û mirinê terbiye dike. -
Nûceyfî yê hevkarê Erdogan axivî!
Waliyê berê yê Mûsûlê Esîl Nûceyfî yê ku Mûsûl teslîmî DAÎŞ’ê kir û hêzên dagirker ên Tirkiyeyê bir Başîkayê, îddîa kir ku ew ê DAÎŞ dîsa êrîşî Mûsûlê bike. -
'Em ê AKP'ê têk bibin'
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî got di hilbijartinê de ew ê AKP'ê ya ku xwe li ser şer û talanê ava dikin, têk bibin. Temellî diyar kir ku di şexsê Ocalan tecrîd li ser aştî û azadiyê datînin. -
Bûldan: Em ê li her derê bi ser bikevin!
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir ku di hilbijartinên xwecihî de wê li her derê bi ser bikevin û got, dem dema hevgirtinê ye. -
HDP wê bi çalakiyan destekê bide Leyla Guven
HDP'ê ji hemû saziyên xwe yên partiyê, parlamenter, rêxistinên bajar û navçeyan û meclîsên xwe xwest çalakiyan li dar bixin û destekê bidin Leyla Guven ku li dijî tecrîdê ketiye greva birçîbûnê. -
Başaran: Dixwazîn pêşî li kongreya me ya ciwanan bigirin
Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir, operasyonên qirkirina siyasî ji bo pêşîgirtina li kongreya wan a ciwanan tên kirin. -
Koçyîgît: Divê karker xwe hîn bi xurtî bi rêxistin bikin
Komcivîna Kedê ya HDK'ê li Stenbolê dest pê kir. Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît bi bîr xist ku AKP êrîşê dibe ser mafên kedkaran û got, rêxistinbûyîna heyî ya karkeran têrker nîne. -
Hevberdevkê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hate girtin
Hevberdevkê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Tûna Aydin ku di operasyonên qirkirina siyasî de hatibû destgîrkirin, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hate girtin. -
'Êrîş li dijî me hemûyan e, em ê bi hev re têk bibin'
Devrîmcî Cephe (Eniya Şoreşger) nerazîbûn nîşanî biryara DYA'yê ya li ser kadroyên pêşeng ên PKK'ê da û got, "Ev êrîş li dijî me hemûyan hatiye kirin. Em ê bi hev re êrîşê têk bibin." -
Tecrîd û biryara DYA'yê li Ewropayê hatin şermezarkirin
Biryara DYA'yê ya li ser kadroyên pêşeng ên PKK'ê Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan, li gelek welatên Ewropayê hate şermezarkirin. -
'Biryara li ser rêveberên PKK'ê encama bazara qirêj e'
Wekîla Partiya Çep Kakabaveh diyar kir, biryara DYA'yê ya li ser rêveberên PKK'ê encama polîtîkayên qirêj ên navbera DYA û Tirkiyeyê ye û got, ji bo êrîşên li dijî Kurdan biqedin û aştî pêk were, divê li Ewropayê konferansa aştiyê bê lidarxistin. -
Penaberên Sûriyeyî ji kîn û nefretê bêzar bûne
Penaberên Sûriyeyî yên li Edeneyê gotin, mirovên li herêmê timî bi hêrs li wan dinerin. -
ROJEVA 11'Ê MIJDARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Mijdara 2018'an. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
Li Frankfûrt, Viyana û Avîngnonê tecrîd û DYA hate protestokirin
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanya, paytexta Avûstûrya Vîyana û li bajarê Avîgnon a Fransayê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA’yê ya dijî sê kadroyên pêşeng ên PKK’ê bi çalakiyan hate protestokirin. -
Li Bonn, Kassel û Bernê tecrîd û DYA hate protestokirin
Li bajarê Bonn ê Elmanya û bajarê Bern ê Swîsreyê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA’yê ya li dijî sê pêşeng û şoreşgerên Kurt hatin protestokirin. -
'Em ê heta dawiyê xwedî li rêber û pêşengên xwe derkevin’
Endamên TEV-ÇAND’ê yên Bakurê Elmanyayê nerazîbûn nîşanî biryara DYA ya li dijî pêşengên Tevgera Azadiya Kurd dan û wiha gotin; “Em ê heta dawiyê xwedî li rêber ûpêşengên xwe derkevin.” -
DYA û tecrîd hate protestokirin
Li Marsîlyayê tecrîda li ser Ocalan û biryara DYA’yê ya li dijî rêveberên PKK’ê hate protestokirin. -
Li Atînayê ciwanên Kurd dest bi çalakiya bi kon kirin
Ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Atînayê ya ku paytexta Yewnanistanê ye, çalakiya bi kon hate destpêkirin. -
Li Îzmîrê 5 kes hatin destgîrkirin
Polîsan li navçeya Bornova ya Îzmîrê bi ser malan de girtin û 5 kes destgîrkirin. -
Olûç: AKP ew ê negihêje encama ku dixwaze!
Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç got ku, “Heke li Kurdistanê hemû endamên HDP’ê werin girtin jî ew ê AKP di hilbijartinên 31’ê Adarê de tu carî negihêje encama ku dixwaze.” -
Daxwaza berdana astengdar Erbîlek hate kirin
Şaxa ÎHD’ ya Stenbolê di Rûniştina F ya hefetya 346’an de daxwaza lezgîn a berdana Hakan Erbîlek ê 19 salî ku tevî rapora ji sedî 99 astengdar e hê li girtîgehê tê ragirtin, kirin. -
Kaya ya HDP'yî hate destgîrkirin
Gulseren Kaya a HDP'yî bi çarçoweya lêpirsîneke li ser hate destgîrkirin. -
Parçe ji girtiya nexweş Tokmak standin
Bi biyopsiyê parçe ji girtiya nexweş Fatma Tokmak standin, ku Tokmak li Girtîgeha Bakirkoyê ye û bi nexweşiya xwînjêçûna vajînal e. -
Daxwaza hevdîtinê ya bi Ocalan re hate redkirin
Serlêdana duh a Mezlûm Dînç a ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bûrsa ku ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bîne hatibû kirin, hate redkirin.