Zimanê hilbijartî-Omer Leventoglû

Zimanê hilbijartî-Omer Leventoglû

Sîstema Tirk, zêdetirîn li ser qedexekirina jiyanê ava bûye. Nêrîna li himberî jiyanê, li gorî qedexekirinê hatiye damezirandin. Ji ber ku bingeha vê sîstemê neheqtî û nakokî ye, ji bo wê jî, gava tiştek derket holê, dilê wî tijî tirs dibe û wek otomatîk pirsek ji xwe re dipirse: „Gelo ev tişt ji bo sîstema me talûke ye an na?... Gelo ev tiş rastiyê nîşan bide û durûti, neheqtî, nakokiyên me derxîne holê an na? Gelo em vî tiştî qedexe bikin an na?..“

Lê ne tenê pêşketinek, her tişt... Xwendin, nivîsandin, çapsazî, hilbijartin, telefon, înternet, nifşên teknolojî, muzîkek, hunerek, an jî em bêjin berhemek, her çi dibe bila bibe, gava tiştek belavî dinyayê nebû, ji wê deqê pêva sîstem çavê xwe sor dike û serê wî bi pirsên dijwar ve tijî, pozisyona xwe qewîn dike; „gelo qedexe bikim an na?“

Lê em jî neheqtiyê nekin, em di serî de zelal bikin ku, ev tişt ne gunê rayedarên ya niha, yên heyî ne. Sîstema Tirk, ji sazbûna komarê virve heman rewşê tevgeriyaye û hatiye vê astê... Sîstem bi vî rengî ava bûye, heya niha bi vî şiklî jiyaye û bi vî awayî hatiye heyanî îro. Refleksa mijû, hêst, perwerde, sazî û dezgehên sîstema Tirk heyanî îro bi vî awayî şixuliye û hê jî bi vî awayî dişuxule. Rayedar û elîtên Tirk, ji zaroktiya xwe virve di nav perwerde û ezmunên bi vî rengî de mezin bûne, û bi vî awayî şikla xwe ya dawî girtine. Ev rewş, carina dibe sedema biçûkketina rêveber û elîtên Tirk, dibe sedema rewşên sosret, lêbelê xem nîne, ya girîng berjewandî û bi rê ve birin a sîstemê ye.

Bi vî şiklî her tişt qedexe kirin. Her ku çû qedexekirin pêşve birin, ewqasî pêş ve birin ku, em bêjin gava tişteke biyanî derket holê û qedexe nebû, milet matmayî lê dinêre û hikumat sûcdar dike. Banga miletê zêde dibe, digihîje ezmanê: „Gelo hikumat di xewê de ye, her kes radikevin çi dikin? Ev çi hal e, teknolojiyên beredayî dest û milên xwe ya hejandî ve tên dikevin nava miletê Tirk, lê ma çima ji kesekî deng dernakeve?..“

Em bêjin li dibistanekî teoriyek hate pêşniyarkirin û di nava mufredatê de cih girt, kesên eleqa wan pê heye an jî tune, ne xem e, dengê xwe bilind bikin û banga berpirsyarên heyî dikin... „Ma hûn radizên,hûn bi çi karê mijûl in? Ji filan dibistanê, bêvan teorî û gotinên bi zirar tên elimandin, mijû û aqilê zarokên me tev li hev dibin, lê hîn jî qedexe nebuye, gelo haya we jê tune?“ Dijî van tiştan himberderketin jî qedexe ye.

Dawi ya dawî qedexekirin gihaşt asteke were ku, siviktî bûn serdest, tiştên bêaqil bûn wek rewşeke normal... Heke were nebûna, li dijî daxuyaniyê hikumatê ya dawî, ku ji zarokên Kurda re zimanê diyakê dike dersên bijartî, wê her kesê bizanibiya ku zimanê dayik ne mijara hilbijartinê ye û daxuyanî ya hikumatê wek şoreşek bi nav nekirana... (Ji van tiştan wêdetir, zimanê dayikê ne mijara dadê ye, ne mijara hiquqê ye jî. Lê li Tirkiye yê zimanê dayik buye mijara sucê jî)

Niha jî ez lê dinêrim û xwe bi xwe dipirsim, dibêjim; „Gelo ez bêaqil im çi? Gelo zarokên Kurd di zikên dayikên xwe de hînî referandûman dibin û gorî wê tevdigerin, gorî wê tercihên xwe ya kîjan zimanê bixwînin û binivîsin dikin? Gelo ev meziyet li ser vê dinyayê tenê taybetiya zarokên Kurdan e?

Lê rastî ewe ku, ev hikumet, ev sîstem, serdest û fermandarên Tirk, elît û aqildanên Tirk, bi vê biryarê ve hê jî dixwazin Kurd biçûkbixin. Armanca wan tenê ew e, xêncî wê jî gotina „zimanê dayikê û zimanê hilbijartî“ tu ji diroka însanetiyê nayên cem hev... Tu li deverekî cîhanê, an jî li gotineke olekî, li mijara pirtukekî mijareke wisa nîne... Ji ber ku ne însanî ye, ne karê baqilbûnê ye, ne şarezayî, ne ilmî, ne gotineke normal e...

-Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka