Li aliyekê terora girtin û binçavkirina li hemberî xwendekarên Kurd berdewam dike, li aliyê din jî li zanîngehan bi zextan re rû bi rû dimînin. Xwendekarên Kurd tenê ji ber ku Kurd in bi salan di polan de tên hiştin. Li Zanîngeha Kirikkaleyê xwendekarên Kurd bi “nijadperestên Kurd” tên tawanbakirin. Xwendekaran xwestin zextên li ser wan bi dawî bibin.
Tundî û zextên li ser xwendekarên Kurd her ku diçe dijwartir dibin. Xwenekarên Zanîngeha Kirikkaleyê jî di çarçoveya van zextan de di dersan de tên hiştin. Xwendekarek nexwest navê xwe aşkere bike, ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew bi hêviyeke mezin di sala 2009 de çûye Zanîngeha Kirikkaleyê û tiştên li vir hatine serê wan ji vegot.
Xwendekar destnîşan kir ku yek ji cihên ku xwendekarên Kurd lê li rastî êrîş û zextan tên Zanîngeha Kirikkaleyê ne û got ku ew bi xwe jî yek van xwendekarên mexdurên van êrîş û zextan e.
Her wiha, diyar kir ku helwesta mamoste ya li hemeberî xwendekarên Kurd heye û got; “Ez îsal diçim pola 3’yemîn, xwendina min salek dirêj bû. Ji ber ku sê sal in mamosteyk min di heman dersê de dihêle. Sala par em sê heval bûn, mamoste ji me re got ku “ez ê nîva pûanên we girtine bişkînim”. Hincet jî ew bû ku her du aliyên kaxezên me hatibûn îşaretkirin. Ger mamoste 80 pûanên min wergirtibû nekiriba nîvî, min niha dibistanê kûta kiribû. Em li hemberî vê yekê mexdur in, hêvî û bendewariyên malbatên me ji me hene. “
TU NIJADPERESTÊ KURD Î?
Xwendekar dibêje ku 5 salên xwendina hevalek din a/ê wî hatine dirêjkirin û wiha didomîne; “Di pola me de aloziyek biçûk rû da, mamoste hevalê me bi nijadperestiya Kurd tawanbar kir. Ji ber vê jî, hevalê me jî got ‘Ger ez nijadperestiya Kurd dikim, ya hûn dikin çi ye?’ Ji ber vê jî ev hevalê me 5 sal in di dersa wî mamosteyî de dimîne. Hevalê me ev 9 sal in li Zanîngeha Kirikkaleyê dixwîne. "
Xwendekaran gotin; “Em xwendekarên Kurd dixwazin ev zextên li ser me bi dawî bibin” û nerazîbûn nîşanî girtin û binçavkirinan dan.
Xwendekar da zanîn ku yek ji pirsgirêkên herî mezin ên ciwanan ew e ku rêxistinên wan tune ne û got; “Herî dawî di van rojên borî de bi ser malên me de girtin, 46 hevalên me girtin binçavan û ji vana gelek kes hatin girtin. Ev yek jî bi taybet di dema ezmûnan de hat kirin. Diviyabû îro hevalên me ne li girtîgehan, divê li nexweşxayan nexweşan derman bikiribana.”