Zextên rejîma Îranê li ser Kasibkarên Kurd didome

Zextên rejîma Îranê li ser Kasibkarên Kurd didome

Rejîma Îranê kasibkarekî Kurd yê xelkê Ûrmiyê bi giranî birîndar kir.

Li gorî agahiyên bi dest ketine kesibkarekî Kurd yê bi navê Ehmed Emînê 43’ê salî yê  ji gundê Ûrmiyê Helciyê ji ber guleyên rejîma Îranê bi giranî birîndar bûye.

Hat zanîn ku kasibkarên Kurd piştî birîndarbûnê rakirîne li Nexweşxaneya Ûrmiyê.

Li gorî hinek çavkaniyên herîmê di mehên bûrî de herî kêm 90 Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ji ber guleyên rejîma Îranê jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Hêjayî gotinêye her ku diçe rejîma Îranê bi şêwazekî sîstematîk kasimkarên Kurd didin ber guleyan û di kûjin. Her wiha siyaseta hejariyê li ser Kurdên Rojhilatê Kurdistanê di de ferz kirin û cudahiyekî mezin têxe di navbera gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jiyan dikin.