Zext û êşkenceya li girtîgeha Afyonê giran dibin

Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1'ê ya Afyonê, zexta li ser girtiyên Kurd zêde dibe. Girtî jî li dijî vê yekê ji 3'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ne.

Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1'ê ya Afyonê ku beriya niha bi binpêkirina mafên mirovan û firotina madeyên narkotîkê ji aliyê gardiyanan ve ketibû rojevê, zext û zordariya li girtiyan tê kirin giran dibe. Zext û êşkenceya ku demeke dirêj e dewam dike û zêde bûye, di dema hevdîtina bi malbatan re girtiyan ji xizmên xwe re ragihandin û bi vî rengî eşkere bû.

Girtî Harûn Paçal dema ku hevdîtin bi malbata xwe re kir, bi berfirehî qala êşkenceyê kir. Li gorî malbata Paçal, rêveberiya girtîgehê bi rêk û pêk zextê li girtiyan dike û her roj diavêje ser koxûşan.

Hate ragihandin ku rêveberiya girtîgehê di bin navê 'îçtîma'yê de êşkenceyê li girtiyan dike, her tiştên li koxûşan belav dike, welê li pirtûk, çay û bîskuviyan dike ku girtî nema karibin bi kar bînin.

Harûn Paçal diyar kir ku di dema serdegirtina koxûşan de gardiyan girtiyan dibin cihekî bi 2 metreyan bilind, wan ji wir diavêjin û girtiyên ku li ber vê radibin jî êşkenceyê li wan dikin.

Malbata Paçal anî ziman ku ev zext ne tenê li hemberî girtiyan her wiha li hemberî malbatên girtiyan jî tê kirin, dema hevdîtinê bi rengekî kêfî tê guhertin, mafê axaftina bi telefonê tê astengkirin û di dema wergirtina ji bo hevdîtinê de heqaret tê kirin.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ DESTPÊ KIR

Li dijî vê zext û êşkenceyê 6 girtî ji 3'ê Çileyê û vir ve di greva birçîbûnê de ne. Li gorî agahiyan Habîl Emen, Yûsûf Bîrkan, Yûsûf Erkek, Mehmet Emîn Dal, Sîraç Keskîn û Cûmalî Yildirim di greva birçîbûnê de ne.