Hat ragihandin ku li Mêrsînê zarokê bi navê V.K. ji ber ber ku şahidiya nepenî û ajantiyê red kir hat girtin.
Li bajarê Tirkiye Mêrsinê zarokên Kurd her tim di dorpêça polis û daraza Tirk de ne. Hat ragihandin ku heta niha 30 şahidên veşartî li Mêrsînê hene û zarokên ku naxwazin bibin zarokên veşartî jî têne girtin.
Zarokê bi navê V.K. yê 16 salî, yê bi eslê xwe ji Mêrdîn-Midyadê û niha li taxa Şevketsumer a navçeya Akdenîza Mêrsînê dijî, bi îdîya “endamê rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye”, di serdegirtina malan de hat girtin û şandin Girtîgeha Sergirtî ya Mêrsînê.
Bavê V.K. Abdulhamît Kaya di 25’ê hezîranê de seri li ÎHD’ya Mêrsinê da û got; “Beriya 20 rojan Midûriyeta Emniyeta Polîsan telefonî min kirin. Ez jî çûm wir. Ji min xwestin ku kurê min bibe şahidê veşartî. Me qebûl nekir. Piştî çend rojan kurê min girtin. Niha di Girtîgeha Mêrsînê de ye.”
Bav Kaya got; “Dixwazin kurê min bikin sixûr. Her tim telefonî min û hevsera min kirin û xwestin kurê me bikin sixûr. Piştî ku bi ser neketin, îcar kurê min girtin.”
Serokê Şaxê Mêrsinê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Alî Tanriverdî ji diyar kir ku ew ê mijar bişopînin û ew ji bo vê yekê hewl bidin. Tanriverdî destnîşan kir ku li Mêrsînê dixwazin zarokan bi zarokê bikin şahidên nemepî û sîxûr.
Di van 2 salên dawiyê de tenê li Mêrsînê 80 zarok ji ber ku nebûn şahidê veşartî an ji ajan, hatin girtin. Li gorî dosyaya heta niha 30 şahidên veşarti hene.