Zarokê mexdûrê Girtîgeha Pozantiyê B.Y. (17) li Mêrsînê hate binçavkirin û hate girtin.
Ji 3 zarokên li taxa Şevket Sumer ya navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê hatin binçavkirin jê 2 zarok piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan ya Mêrsînê serbest hatin berdan û zarokê mexdurê Girtîgeha Pozantiyê yê bi navê B.Y. sewqî edliyeyê hate kirin. B.Y. ji Girtîgeha Pozantiyê piştî sewqî Girtîgeha Sîncanê hate kirin piştî 45 rojan serbest hate berdan piştî îfadeyan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Dadgehê ji bi îdîaya B.Y., di demên cuda de tevlî çalakiyan bûye biryara girtinê da û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê.