Zanîngeh bûn girtîgeh, girtîgeh bûn zanîngeh!

Zanîngeh bûn girtîgeh, girtîgeh bûn zanîngeh!

Xwendekarên bi navê Baran Nayir û Alî Denîz Kiliç ku ev 3 salin bi hinceta tevli daxuyaniyekê bûne girtî ne dê di 28’ê hezîranê de cardin derkevin pêşberî dadger. Xwendekarên girtî di nameya xwe de bal kişand ser terora girtinê ya hikûmeta AKP’ê û got, “Zanîngeh kirine wekî girtîgeh, girtîgeh jî kirine wekî zanînegeh.”

Xwendekarên Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî ya Zanîngeha Yildiz Teknîk a Stenbolê Baran Nayir, ku ev 3 sale bi hinceta “Her çiqas ne endamê rêxistinê jî bibin, li ser navê rêxistinê suç kirine” di Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê tê ragirtin beriya rûniştina doza xwe ji raya giştî re nameyek şand.

Xwendekarên ku ji ber 2 sal beriya li niha li Umraniyeyê tevlî daxuyaniyekê bûne niha girtî tên darizandin di nameya xwe de bal kişandin ser terora girtinê ya AKP’ê. Nameya bi îmzeya Baran Nayîr hatiye şandin de povajoya darizandinê bibîr dixe û dibêje ku ev 2 sal in hêj delîlên derbarê wan de nehatine berhevkirin. Nayir di nameya xwe de van tiştan dibêje: “Di qeyda kamerayan de jî derket holê ku kesên li wê derê em nînin. Polîsên ku em girtibûn û li ser me îfade dabûn 2 salan nehatin dadgehê. Piştî du salan hatin lê vê car jî îfadeyên nakokî dan. Ji ber wê jî em nehatin serbest berdan.”

ZANÎNGEH KIRINE WEKÎ GIRTÎGEH, GIRTÎGEH JÎ KIRINE WEKÎ ZANÎNEGEH

Nayir di berdewamê de balkişand ser rewşa xwendekarên girtî û wiha axivî: “Desthilatdariya AKP’ê diyare ku hemû xwendekaran wekî sûcdar dibîne. Zanîngeh kirine wekî girtîgeh, girtîgeh jî kirine wekî zanînegeh. Bi vî awayî dixwazin li nava civakê împaratoriya tirsê ava bikin. Lê ev bê feydeyek tu tişt xwe li ber têkoşînê nikare bigire.”

Endamê GENÇ-SEN’ê Alî Yildiz Denîz ê bi nayir re bi heman hincetê hatiye girtin û ev 3 sale li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê dimîne jî di nameya xwe de diyar kir ku AKP dixwaze desthilatdariyekî tirsê ava bike. Denîz, wiha domand: “Mazlûmen berê niha bûne zalîm. AKP ku bi destê Emerîkayê tê xwestin wekî ‘Dewleta Model’ bê nîşandan li ser civakê zulmekî bê hempa dide meşandin.” Deniz, di dawiya nameya xwe de bibîrxist ku di 28’ê hezîranê de wê cardin derkevin pêşberî dadger û banga hestewariyê kir.